• Foza Yûsiv got, dewleta Tirk û çeteyên wê yên DAÎŞ ji şoreşa li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûrî ya bi pêşengiya jinên Kurd û Ereb ditirsin û ji ber vê jinên Kurd û Ereb kirine armanca xwe êrişên xwe. 

Endama Dîwana Hevseroktiyê ya PYD'ê Foza Yûsiv got dewletên weke Tirkiyê yên dijminê jinan û çeteyên wê yên hov ên mîna DAÎŞ’ê ku qirkirina jinan kirine armanca xwe, wê nikaribin gavekê bi vîna jinan û têkoşîna azadiyê bidin avêtin. Yusiv got, ''Jinên li qadên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî, ji bo hemû jinên cîhanê dibine hêvî. Destkeftiyên li vir jî yên hemû jinan in. Divê hemû jin li vê şoreşê xwedî derkevin.''

Jinên Kurd û Ereb ên li Bakur-Rojhilatê Sûriyê, li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ku hatine dagirkirin bi destê çeteyên dewleta Tirk, jinên li qadên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî jî jin bi destê artêşa Tirk û DAÎŞ'ê têne qetilkirin.

Sê jinên ku di rêveberiya Kongra Star de 23'yê Hezîrana 2019'an li Kobanê bi 'SÎHA'yên Tirk hatin qettilkirin. DAÎŞ'ê jî 22'yê Çile li Hesekê li qada Dêşîşê 2 jinên Ereb ku xebatên Rêveberiya Xweser dikirin hatin revandin û qetilkirin.

Yûsiv got dewleta Tirk a zayendîperest, dijminê jinan e, û got, ''Şoreşa li vir a jinan jehrkuja ninadperestiyê ye. Hêzên bi kontrola dewleta Tirk li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûrî herî zêde jinan dikin hedef, ji ber ku jinan di Şoreşa Rojava û qadên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî de bi risteke pêşeng rabûn û niha jî ji bo berevaniya şoreşê û nirxên civakî ji bo geşbûna şoreşa civakî bi risteke pêşeng radibin. Dewleta Tirk dizane hêza sereke ku şoreşê li ser piyan dihêle jin in, ji ber vê jinan dike hedef.''

Bi jinan civaka Ereb diguhere
Yûsiv bal kişande ser rista jinên ereb a dema azadkirina Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûrî û got, ''Jinên Ereb di têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê û azadkirina qadan de û piştre di geşkirina sazûmaniya Rêveberiya Xweser de bi risteke dîrokî û pêşeng rabûn. Li nav civaka Ereb hêza herî şoreşger a jinan e. Ji bo hilweşandina pergala DAÎŞ'ê, ji hev belavkirina tariya wê û bibinxistina wê ya li ser qadên çandî û civakî jinên Ereb têkoşîneke mezin kirin. Bi vê têkoşînê re li nav civaka Ereb guherîneke mezin heye. Li vir roleke sereke ya jinan û ciwanan e. Heke îro bi hezaran jin derdikevin qadan, têdikoşin ev nîşan dide li nav jinên Ereb û civaka Ereb hêzeke mezin heye. Ev hêz her ku diçe mezin dibe. Bi vê hêz û vînê bi pêşengiya jinê di nava civakê de guhertineke mezin dibe û ji ber vê, dijminên me du hevalên me yên jin kirin armanc.''

Şûna hevalên me vala namîne

Yûsiv diyar kir êrişên dewleta Tirk a ku dijminê jinan e û çeteyên wê yên DAÎŞ'ê ku qirkirina jinan kiriye armanc, wê nikaribe vîna jinan bişkînin û wê nikaribin bi têkoşîna azadiyê gav paş ve bidin avêtin, berevajî wê zêdetir xurt bibe. Ji ber ku cara pêşî ye, li qadên me jin dikarin xwe rê ve bibin û bi azadiyê bitahmijin. Bi Şoreşa Rojava û Rêveberiya Xweser re cara peşî ye ku jin rêxistiniya xwe dikin, biryarên xwe didin û li qadên jiyanê vîna xwe nîşan didin. Li nav jinên li herêmên me bîrewerî û vîneke wiha çêbû ku li ber ti êrişê serê xwe natewînin û bi paş ve gav navêjin. Bersiva herî baş a jin bidin dijminê jinan ew e, şoreşê û destketiyên jinan biparêzin. Xwedî li pergala Rêveberiya Xweser derkevin û ji bo têbikoşin. Xwîna şehîdên xwe li erdê nehêlin.  

Di vê çarçoveyê de Yûsiv got, ''Geşkirina rêxistinî, çalakî û azadiya jinan xebata me ya sereke ye. Cihê hevalên me yên şehîd wê vala nemîne, bi hezaran jin wê şûna wan dagirin. Divê dijminên me zanibin bi van rêbazên gemarî wê nikaribin vîna me bişkînin û encamê bi dest ve bixin. Ti tişt ji jiyana koletî ne zehmetir e, ji ber vê zilm û zordarî nikare me rawestîne.''

ANF/QAMIŞLO