Xwestin Lehistan sînor veke

Pêncşem 11 Mijdar 2021 - 23:19

  • Li bajarê Swîsreyê Zurichê, di çalakiyeke saziyên koçberan de hate xwestin ku sînorê Lehistanê bê vekirin û tavilê dawî li trajediya koçberan bê anîn.

Li bajarê Swîsreyê Zurichê, di çalakiyeke saziyên koçberan de hate xwestin ku sînorê Lehistanê bê vekirin û tavilê dawî li trajediya koçberan bê anîn.

Pirraniya wan Kurd, bi hezaran koçber li ser sînorê di navbera Lehistan û Belarusê de asê mane. Rêxistinên koçberan ên li Zurichê ji bo balê bibin ser vê mijarê, çalakiyek kir.

Çalakî li ber stasyona trenê ya navendî pêk hat. Li ser navê saziyan daxuyaniyek hate dayin û hate gotin, "Jin û zarok jî di nav de bi hezaran koçber li ser sînorê Lehistan û Belarusê tî, birçî û di nava sermayê de hatine hiştin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ev trajediya mirovî ji ber polîtîkayên şaş ên dewletên Ewrûpayê rû daye û divê sînor tavilê li koçberan bên vekirin. Xwepêşandêran wekî din bang li raya giştî ya Ewrûpayê bi taybetî jî ya Swîsreyê kir da ku bala wê li ser mijarê be.  

ANF/ZURICH

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.