Xwestin êrişê ciwanan bikin

Pêncşem 25 Gulan 2023 - 14:14

  • Meclîsa Gel a Mexmûrê bang kir û got: Em weke netewa Kurd, li Kurdistan û derveyî Kurdistanê ger xwedî li xwe derkevin, tişta em ser nexînin nîne. Bang li gelê welatperwer, welatparêz ên dilê wan ji vê tevger, gel û şoreşê re lê didin, di tengasiyên wiha de piştevaniya xwe xurt bikin.”

Artêşa Iraqê li nuqteyên stratejîk ên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) kete nava hewldanên nû yên dorpêçkirina kampê. Li ser vê yekê xelkê Mexmûrê pêşî li wan girt û rê neda ku artêşa Iraqê bi cih bibe û dorê li wargehê bigire.

Gava ku ciwanan destûr neda wan, leşkerên Iraqê, hewl da êrişî ciwanên wargehê bike.

Ji 20’ê Gulanê ve artêşa Iraqê bi wesayîtên zirxî û leşkeran ketiye nava hewldana têlkirin û dorpêçkirina Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê û dixwaze wê kontrol bike. Li ser vê yekê xelkê wargeha Mexmûrê ji 7 salî heta 70’ê salî ev 7 roj in bi şev û roj li ber xwe dide.

Li ser vê mijarê û dîsa hatina şandeya Neteweyên Yekbûyî (NY) û aloziyên heyî Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê Yûsif Kara axivî. 

Tiştên ne qanûnî ferz dikin

Xisûsên ku Yûsif Kara bal bire ser wan ev in: “Ev pêvajoyeke welê ye ku di navbera me û hikûmeta Iraqê de hinek alozî derketine; bi taybetî van rojên dawiyê ev alozî gihişte asta jor. Me ji wan re gotibû, em naxwazin navbera me û we alozî û şerek rû bide. Em dixwazin hûn ji me fêm bikin. Tişta ku hûn dixwazin ferz bikin, ne rewa û qanûnî ye. Me daxwazên xwe bi saziyên cihê re nîqaş kirin. 

Ev dewama konseptê ye

Ev konseptek e; ev derdikeve pêş, Iraqê pîlan û bernameyek bi dewleta Tirk re çêkiriye. Dewleta Tirk jî vê eşkere dibêje, Mala Barzaniyan vê dibêje, dewama 9’ê Cotmehê ye. Li ser tevahiya Kurd û Kurdistanê konseptek heye. Neteweyên Yekbûyî (NY) jî di nava meseleyê de heye, heta astekê hêzên koalîsyonê ya li dijî DAIŞ’ê jî hevkarê vê ne, xwe li ber vê kerr, kor û lal kirine. Ev hemû nîşan didin ku konsepteke berfireh li beramberî sîstem û rêveberiya me heye. Ev jî tevî tecrîda giran li dijî Rêbertiya me dimeşe.

Tiştên di van rojan rû didin, cihê serbilindî û serfiraziyê ne. Nimûneyên wê kêm in. Em nikarin bibêjin, gav bi paş ve avêtiye, berxwedana hatî heta astekê, pêşî lê girtiye. Aniye ser xetekê, helwêsta wan weke berê nîne. Lê dîsa li ser ya xwe ne. Dibêjin, ‘biryara dewlet û hikûmetê ye.’ Di aliyê me de ti rewatî nîne.

NY hevkarê PDK û Tirkiyê ye

Neteweyên Yekbûyî ev demek bû ji wargehê qut bûbûn, statuya xwe ya siyasî ji aliyê NY ve hatibû qezenc kirin. Nasnameyên NY ku mohra NY li ser ji bo me hatin çêkirin. NY ji ber zextên PDK’ê û Mala Barzan û berjewendiyên bazirganî, taybet nûnerên NY yên li herêmê kar dikirin, ketin bin bandora van aliyan. Qanûnên xwe yên li ser jin û zarokan, giştî penaberan di aliyê me de binpê kirin. Hemû bi îdayên vala û bê bingeh, bi hevkariya Mala Barzan û Tirkiye raporên sexte û bê bingeh çêkirin. Ev jî kir ku zextek li ser me bê çêkirin. NY mîsyona xwe ya li ber me penaberan ti awayî pêk neanî.

Berxwedanê NY vegerand

Ji ber vê berxwedana Mexmûrê careke din hatin wargehê. Berxwedana gel û ji derve kir ku NY vegeriya wargehê. Me pê re rûnişt, nîqaş kir. Neheqiya vê dewleta Iraqê dike, pir vekirî got. Gotin wê nîqaş bike, ev jî wê dem diyar bike. Hevdîtinê me wê dewam bikin, ku wan bikişînin ser rastiya qanûnên wan ku îmze kirî. 

Divê piştgirî xurt be

Pêvajoyeke giran e, ne ji rêzê ye, wê bi berxwedanê serketin pêk bê. Hêviya me bi me ye. Em weke netewa Kurd, li Kurdistan û derveyî Krudistanê li xwe derkevin, tişta em ser nekevin nîne. Bang li gelê welatperwer, welatparêz ên dilê wê ji vê tevger, gel û şoreşê re dikin, di tengasiyên wiha de piştevaniya xwe xurt bikin. Her kesê ji bo me daketin qadan spasiya wan bikin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.