• Li parkeke Annecyê êrişkar bi kêrê êriş bire ser zarokên piçûk. 

Li bajarê Annecy ê herêma Haute-Savoie ya Fransayê, kesekî bi kêrê êrişî mamoste û zarokên piçûk ên li parkekê kir.  Wî mamosteyek û 2 zarokên 3 salî bi giranî birîndar kirin û 4 zarokên din ên piçûk jî bi derbên kêrê birîndar kirin. 

Êriş doh saet 09:45'an pêk hat. Li parkeke Annecyê êrişkar bi kêrê êriş bire ser zarokên piçûk. Di êrişê de 6 zarokên ku temenê wan li derdora 3 salan û mamosteyek birîndar bûn.

Hate ragihandin ku ji birîndaran rewşa 2 zarokan û mamoste giran e. Polêsan êrişkar nêzî gola bajêr birîndar kir û girt. 

Serokkomarê Fransayê Emanuel Macron êriş, weke yeke kirêt û karê tirsonekan rûreş kir.  

Li gorî nasnameya ku li ser êrişkar hate dîtin, ew sala 1991'ê li Sûriyeyê ji dayik bûye. 

Li gorî medya Fransayê êrişkar ev 10 sal bûn li Swêdê bû û di 26'ê Nîsana 2023’yan de daxwaza wî ya penaberiyê hatiye qebûlkirin.

Li gorî AFP'ê qeydeke êrişkar li cem meqamekî dewletê nîne.

PARÎS