Xwepêşandan dewam dikin

Yekşem 30 Cotmeh 2022 - 16:23

Serhildan û raperîna bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ veguherî şoreşeke jinê li ber êrîşên hêzên dewleta Îranê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dewam dike.

Raperîna gelê Rojhilatê Kurdistan û Îranê ya bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ gihişte lûtkeyê di hefteya xwe ya heftemîn de tevî hemû êrîşên pasdar û basîc ên dewleta Îranê dewam dike.

Di serî de li Sine, Mihabad, Bokan, Meyandûewa, Pîranşar, Merîwan, Saqiz, Kirmanşan gelek bajar û navçeyên din ên Rojhilatê Kurdistan û dîsa bajarên Îranê jin û ciwan li kolanan bûn.

Li Kirmaşan Mîna Mecîdî ku di xwepêşandanan de hatibû qetilkirin hate bibîranîn. Di merasîma bîranînê de bê navber dirûşmên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bimre dagirkerî’ û ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hatin qîrkirin. 

 

Li kolanan ciwan û jin agir dadan

Her wiha li kolan û kuçeyên Sine, Merîwan, Saqiz, Mihabad, Pîranşar, Miyandaw û Bokan ciwan û jin agir dadan û dirûşmên li dijî dewleta Îranê qîr kirin.

Xwedekaran li Zankoya Kurdistan a Sine li hev kombûn û nerazîbûn nîşan dan. Hêzên dewletê jî bi gaza rondikbarîn û guleyan xwestin xwedevanan belav bikin.

Li Zankoya Peyman Nûrî li Merîwanê jî xwedevan li qadan bûn û dirûşmên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘Bimre Dîktator’ qîr kirin. 

Li Tehranê jî xwendevan nerazîbûn nîşan dan. Bi taybet Koleja Teknîkî ya Zankoya Tehran, Koleja Zanistî ya Civakî Zankoya Elame, her wiha Zankoya Doxtorî Elbûrz, Zankoya Azadî Meşhed, Zankoya Newşîrwanî Babol, Zankoya Erak, Zankoya Ehwaz, û gelek zanko û peymangehên din xwendekar li derve bûn û li dijî desthilatê helwest nîşan dan.

Pêr şev jî li gelek navendên Îranê û kuçe kolanan welatî daketin qadan bi agir dadan û dîsa xwepêşandanan nerazîbûnên xwe nîşan dan. 

Li bajarê Erakîş ciwanê ku di xwepêşandanê de hatibû qetilkirin spartin axê. Di dema merasîma spartina axê de hêzên dewletê hewl dan ku xwepêşanderan belav bikin.

Fermandarê Giştî yê Spay Pasdaran Hisên Selamî fermana qirkirinê dabû û gotibû: “Em ê îro dawî li xwepêşandanan bînin.”

Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê heta niha di xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de 253 kes hatine qetilkirin, ji vana 34 zarok in.

TEHRAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.