Xwendekarî serokê koleja yasayê kuşt

Sêşem 28 Hezîran 2022 - 22:36

  • Li Başûrê Kurdistanê, êrişên çekdarî yên zarokên mesûlên aliyên desthilatdar, êdî veguheriye meseleyeke cidî. 

Li Başûrê Kurdistanê, êrişên çekdarî yên zarokên mesûlên aliyên desthilatdar, êdî veguheriye meseleyeke cidî. 

Doh sibehê xwendekarekî êrişî serokê Koleja Yasa ya Zanîngeha Selahedînê kir. Di encama êrişê de serokê kolejê û mamostayek hatin kuştin, parêzvanek jî birîndar bû. Xwendekarê êrişkar kurê mesûlekî PDK’ê ye û ew kirine nezaretê.

Xwendekarê êrişkar êrişî serokê Koleja Yasa ya Zanîngeha Selahedînê Dr. Kawan Îsmaîl kir û ew birîndar bû. Piştî wê heman xwendekarî êrişî mamosta Dr. Îsmaîl Hemexanî kir. Hemexanî li cihê bûyerê wefat kir û parêzvanekî kolejê jî birîndar bû. Waliyê Hewlêrê paşê daxuyaniyek da û got, serokê Koleja Yasa Dr. Kawan Îsmaîl wefat kiriye.  Walî Umêd Xoşnaw got, xwendekarê êrişkar ji zanîngeha Soran hatibû avêtin, piştre li Koleja Yasa jî nehatibû wergirtin, ji ber vê jî gef li mamostayan xwaribû.

Asayîşa Hewlêrê jî da zanîn ku xwendekarê êrişkar Aras Qasim e. Li gorî agahiyan ew kurê mesûlekî PDK´ê ye. 

ROJNEWS/HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.