Serhildan û nerazîbûnên piştî qetilkirina Jîna Amînî yên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dewam dikin. Bi taybetî xwendekarên zanîngehê û yên dibistanên amadeyî (lîse) pêr êvarê û bi şev daketin meydan û kolanan, li nava holên dibistanan jî çalakî lidarxistin. Xwendekarên jin ên ciwan, bê naver dirûşmeya ‘Jin, jiyan, azadî’ gotin. Raperêna gel a bi pêşengiya jinan ji 16´ê Îlonê ve dewam dikin.
Tevî ku li bajarên Rojhilatê Kurdistanê hêzek mezin ya leşkerî hatiye belavkirin, û gelek kes bi êriş û serdegitinan tên girtin, çalakî û raperîn dewam dike. Rejîm bi girtina xwepêşanderan, êriş û sînordakirina xetên înternetê, dixwaze dawî li serîhildana gel bîne. Lê tevî êrişan jî li bajarên Sine, Merîwan, Seqiz û Kirmaşanê, xelk daket meydanan. Xwendekarên zanîngehan doh êvarê rabûn ser xwe. Li Seqiz û Merîwanê jî xwendekarên dibistanên amadeyî rejîm protesto kirin.
Li gelek zanîngehên Tehran, Meşhed, Esfehan, Tewrêz û Şîrazê jî xwepêşandan weke her rojê dewam kirin.
Li nav hinek dibistanên amadeyî, jinên ciwan laçikên xwe ji serê xwe kirin, wêne û nîşanên komara Îslamî ya Îranê jê birin. Xwendekarên amadeyî di hewşên dibistanên xwe de çalakî li dar xistin û bê navber dirûşmeya ‘Jin, jiyan, azadî’ gotin. Xwendevanan li ser dîwarên dibistanan dirûşmeya ‘Jin, jiyan, azadî’ nivîsand.
Li gelek dibistanên Tehranê jî xwendevan daketin meydanan û dirûşmeyên li dijî rejîma Îranê gotin.
Li bajarê Kercewê jî xwendekarên jin ên ciwan laçikên xwe ji serê xwe kirin û berpirsekî dibistanê ji hola dibistanê derxistin derve.
NAVENDA NÛÇEYAN