Xwendekar pêşengê raperînê ne

Çarşem 2 Mijdar 2022 - 05:36

Li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi pêşengiya xwendekaran serhildana ‘Jin jiyan azadî’ dewam dike. Tevî êrişên hêzên rejîmê jî cenazeyê xwepêşanderan hatin veşartin û kesên hatine kuştin, di çil rojiya xwe de hatin bibîranîn.

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê serhildana ji bo azadî û li dijî qetilkirina Jîna Amînî dewam dike. Di demên dawî de bi pêşengiya xwendekaran her ku diçe serhildan berfireh dibe.

Li zanîngehên Sine pêr xwendekaran tevî êrişên rejîmê jî çalakiyên xwe yên nerazîbûnê lidarxistin. Li Merîwanê jî xwendekar daketin kolanan û bê navber dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ gotin. Li bajarê Seqizê ciwanan li ser rê û nava taxan agir pêxist û dirûşmeyên li dijî desthilata Îranê gotin.

 

Komar şehîdê Kurdistanê ye 

Li bajarê Şino di çilê 3 şehîdên raperînê de hêzên rejîmê xwest rê li çalakiyan bigire. Ji ber vê jî dikandaran dikanên xwe venekirin û welatî neçûn bazarê, wan bi vê yekê her 3 kesên beriya çil rojan ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibûn şehîdkirin, bi bîr anîn.

Li Pîranşarê jî bi tevlîbûna welatiyan, cenazeyê zarokê 16 salî ê bi navê Komar Deroftade hat veşartin. Hêzên rejîmê ji mesafeyeke pirr nêz ve Komar Deroftade şehîd kiribû. Bavê Komar Deroftade li ser gora kurê xwe got, ew bi kurê xwe serbilind e, ji ber ku di rêya nîştimana Kurdistanê û azadiyê de jiyana xwe ji dest daye.

 

Zaroka din jî hat veşartin

Li Sineyê jî cenazeyê Sarîna Saadî ya 16 salî ku di xwepêşandanan de beriya bi çend rojan bi destê hêzên rejîmê hatibû şehîdkirin, hat veşartin. Bi sedan kes tevlî merasîma veşartina cenaze bûn û bê navber dirûşmeyên ‘Jin jiyan azadî’ û ‘Şehîd namirin’ gotin. Merasîm veguherî xwepêşandan û nerazîbûna ji rejîma Îranê.

 

Li Îranê jî xwendekarên serî dikişînin

Li bajarên Îranê jî xwendekarên zanîngeh û peymangehan daketin kolanan û nerazîbûna xwe nîşan dan.

Rêveberên zanîngehan ji bo pêşiya xwendekaran bigirin, bi rêbazên cuda xwendekaran ji dersan dûr dixin û ji bo demkî cezayê ku nekevin zanîngehê li wan dibirin. 

Li bajarê Şehryarî yê ser bi Kerecê jî gelek kes û çalakvan tevlî çileyê kesekî di raperînê de jiyana xwe ji destdayî bûn. Merasîm piştre veguherî xwepêşandanê û hêzên rejîmê êriş bire ser xwepêşandaran. Li Erak û Tewrêzê jî xwepêşandan û çalakiyên nerazîbûnê dewam kirin. Li gelek bajarên din jî li dijî rejîmê çalakiyên cûr be cûr hatin lidarxisitn. Li ser dîwarê gelek avahiyan, dirûşmeyên li dijî rejîmê hatin nivîsandin û peyamên ji bo azadiyê hatin dayîn.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.