Piştî qetilkirina Jîna Amînî bi destê polêsê hîcabê yê rejîma Îranê, raperîna gel a ku ji Rojhilatê Kurdistanê belavî temamê Îranê bû, ji 16´ê Îlonê ve dewam dike. Tevî ku rayedarên rejîmê gef xwarin li xwepêşanderan ku ew ê bi awayeê herî tund êrişî wan bikin, çalakiyên li dijî rejîmê dewam kir. Doh xwendekarên zanîngeheke bajarê Şîrazê Îranê daketin kolanên bajêr.

Li ber deriyê zanîngeha Bijîşkî ya Şîrazê xwendekaran qetilkirina keça Kurd Jîna Amînî rûreş kir, daxwaza azadiyê kir. Hêzên rejîma Îranê bi tundî êrişî xwepêşanderan kir.

Hêjayî gotinê ye ku li seranserê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê zêdetirî 12 rojan e ku xwepêşandan û çalakiyên girseyî tevî êriş û gulebaranên raste rast yên hêzên rejîma Îranê didomin.

Li gorî bilançoya Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê ya navenda wê li Osloyê, ji destpêka xwepêşandanan heta niha herî kêm 76 xwepêşander hatine qetilkirin. Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê ya navenda wê li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê hejmara şehîdên raperînê ji 140´î bihuriye.

NAVENDA NÛÇEYAN