Xwelî li serê dewleta Tirk!

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 23 Adar 2022 - 22:03

  • Di Newroza îsal de gelek hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) bi hinceta "stranên qedexe" gotine, hatin girtin û ew xistin nezaretê.

Di Newroza îsal de gelek hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) bi hinceta "stranên qedexe" gotine, hatin girtin û ew xistin nezaretê. Her wiha gelek welatî jî ji ber ku cilûbergên neteweyî li xwe kiribûn, destûra wan nehatibû dayîn biçin meydana Newrozê. NÇM'ê ev yek bi daxuyaniyeke nivîskî şermezar kir. 

NÇM'ê di Newrozê de kirina nezaretê ya hunermendan û qedexekirina cilûbergên neteweyî, şermezar kir û got: “Em bi stran, kesk û sor, cilûberg û zimanê xwe hene. Û em ê her tim hebin.”

Stranên li hemberî zilmê

NÇM'ê got, alaya azadiyê ya di 8'ê Adarê de bilind bûye, bi agirê Newrozê bi dirûşmeya "dem dema serketinê ye" geştir bûye û wiha dewam kir: “Ji destpêkê ve, Newroz bûye sembola serhildan û berxwedanê. Bûye roja beyankirina vîna azad agel. Ji zarokekî 2 salî heta kal û pîrên 70, 80 salî, bi milyonan kes, bi ruhekî berxwedêr, bi gîyanekî têkoşer, bi kêf û şahî û bi dilekî azad, tev li coşa newrozê bûn. Kesk, sor û zerên me, arê li ber derê me, stran û cil û bergên me nîşana newroza me ne. Muzîka Kurdî, dilê Newrozan e. Coşa têkoşîn û berxwedanan e. Stranên me li hemberî zilmê, serîhildan in.”

‘Em ê stranên xwe bistirên’

NÇM'ê got, serdest hewl didin agirê Newrozên wan bitefînin û bal bire ser qedexekirina cilûbergên neteweyî û stranên Kurdî. NÇM'ê di dewamê de got, “Em ji her demê bêhtir dixemîlînin kesk, sor û zerên xwe, em ji her demê bihêztir û baştir distirên stranên xwe, û ji her demê bêhtir xweşik dikin cil û bergên xwe. Sala 2022’yan serdestan li her derê bi qedexekirina stranên Kurdî êrişî çanda Kurdî kir.

Li gelek bajaran di pîrozbahîyên Newrozê de stranên Kurdî hatin qedexekirin û dengên hunermendan hatin birrîn, yan jî bi hinceta ku ‘stranên qedexe’ gotine, hunermend hatin binçavkirin û girtin. Çawa ku me soz dabû vî gelî ku em ê di her şert û mercî de bi zimanê Kurdî stranên xwe bistirên.”
 
‘Xwelî li serê we’ 

NÇM´ê di dawiya daxuyaniyê de got, ‘xwelî li serê we’ û daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir, “Bila ji serdestan re bibe derd, em ê her roj û her sal, cil û bergên xwe yên gelêrî li xwe kin. Em ê her newrozê, xweşiktir û bedewtir bin bi cil û bergên xwe yên gelêrî. Em ê her roj, li her derê bi dengekî berztir bêjin stranên xwe. Em van êrişên li dijî stranên Kurdî û li hemberî hunermendên Kurd, şermezar dikin.

Û em ê her tim hebin. Xwelî li serê we.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.