• “Hesekê bigirin, li pişt çiyayê Kezwana xetekê ava bikin ku xeta Til Temir bibe wek korîdorekê ku çeteyên dewleta Tirk li pişt Hesekê bizîvirin. 

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya QSD`ê, Ferhad Şamî pîlana hevpar a çeteyên DAIŞ´ê û dewleta Tirk bi van gotinan eşkere kir:

“Hesekê bigirin, li pişt çiyayê Kezwana xetekê ava bikin ku xeta Til Temir bibe wek korîdorekê ku çeteyên dewleta Tirk li pişt Hesekê bizîvirin. 

Ji ANHA´yê Cîhan Bîlgîn bi Ferhad Şamî re peyivî. Ferhad Şamî got, “Pîlan li ser zindîkirina DAIŞ´ê pêk hat, bi îstîxbaratî û navdewletî bû. Çapemeniya dewleta Tirk û hikûmeta Şamê berdevkî ji çeteyên DAIŞ`ê re dikir.”

Derbarê, bêhelwestiya hêzên navnetewî de Ferhad Şamî got, "Di rojên li pêşiya me de helwêsteke cuda li beramberî bêdengiya van hêzan em ê nîşan bidin." 

Ferhat Şamî got, "Berxwedan û hişyariya hêzên me nebûya, 5 hezar çete ji zindanê wê reviyaba. Ew êriş ne tenê ji bo revandina çend çeteyên girtî bû." 

Ferhat Şamî bêdengî û helwêsta hêzên navneteweyî jî şermezar kir û got, "Ji daxuyaniyên Koalîsyonê diyar dibe ku bar û berpirsyartiya zindanê diavêjin ser Hêzên Ewlekariya Hundirîn. Em bêhelwestiya hêzên navdewletî şermezar dikin. Ewqasî êrişeke mezin li ser zindanê hat kirin, ewqas çeteyên xeter xwestin birevin, me ewqas şehîd dan, da ku çete zirarê li kesî nekin, lê bala xwe bidin van du rojên dawî, gelek hêz bê deng in. Helbet ev cihê gumanê ye. Hêzên Koalîsyonê di çarçoveya pêşkeşkirina hinek pêwîstiyên îstixbaratî, ji bo parastina zindanê pêwîstiyên madî re erkên xwe bi cih anî, lê esas ev ne çareserî ye, ev reva ji berpirsiyariyê ye. Di rojên pêşiya me de helbet helwêstên zelal ji bo vê zindanê wê bê nîşandan. Şert û mercên beriya êrişê û piştî êrişê, helbet wê ne wekî hev bin û helwêsteke me ya cûda li beramberî bêdengiya van hêzan wê hebe." 

Yan wê bên girtin yan wê bên kuştin

Ferhat bal bire berferehiya êrişê û got, "Pîlana zindîkirina DAIŞ´ê, bi îstîxbaratî û navdewletî bû. Her wiha çapemeniya dewleta Tirk û hikûmeta Şamê berdevkî ji çeteyên DAIŞ`ê re dikir. Zêdetirî 100 êrişkarî ji derve hatine û derbasî herêmê bûne. Ew jî wê di demên pêşiya me de bên ragihandin. Çeteyên di hindûrê hepsê û derve de wê sedî sed cardin têkevin pişt têlên zindanê. Yên neyên girtin jî wê werin kuştin."

Ferhat Şamî da zanîn ku çeteyan hewl da bi du şêwazan birevin: "Şêwazê yekem reva komî bû ku nêzî 500 çeteyan hewl da xwe li derî bidin û birevin. Lê di roja destpêkê de ev hat bêbandorkirin. Di roja duyem de 150 çeteyan hewl da birevin. Ev hewldana wan jî hat şikandin. 89 çeteyên ku xwe di ser dîwarê zindanê re avêtin, hatin girtin. Tiştê esas ew e ku pîlana DAIŞ´ê hat şikandin.”

Ji bo êrişên dewleta Tirk ên li dijî Til Temir, Eyn Îsa û Şengalê yên hevwextî êrişa li dijî Hesekê de, Ferhat Şamî got, "Dema êrişên li zindanê çêbûn, çeteyan xwe li aliyê Til Temir kom dikir. Pîlana wan bi vî rengî bû; Hesekê bê girtin, li pişt çiyayê Kizwana xetek bê vekirin, xeta Til Temir bibe wek korîdorekê ku çeteyên dewleta Tirk li pişt Hesekê bizîvirin û dewleta Tirk bibêje wa ye ne hêzên me, DAIŞ´ê herêm girtiye. Ev êriş bi awayekî kordîneyî bi hev re pêk hatin."

NAVENDA NÛÇEYAN