• Bedran Çiya Kurd diyar kir ku hikûmeta Şamê bi hişmendiya xwe ber li diyalogê girtiye û got, herî dawî li Cinêvê jî diyar bû ku hikumeta Şamê ne amade ye bi kesî re diyalogê bike. Rûsya jî ne xwedî proje û nêrîna çareseriyê ye da ku diyolog bibe." 

Der barê tevgera Rûsyayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de, cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd bersiva pirsên ANHAʼyê da.

Bedran Çiya Kurd li ser êrişên dewleta Tirk ên li Eyn Îsayê destnîşan kir armanc ne tenê Eyn Îsa ye û got: “Armanca wan fireh e û Kobanê, Minbic û Cizîr di rojeva wan de ye.” 
Her wiha Çiya Kurd behsa girîngiya berxwedana Eyn Îsayê kir û got: "Bi Rûsyayê re ti îtîfaq li ser radestkirina Eyn Îsayê ji bo hikumeta Şamê çênebûne û em îtîfaqên wiha jî qebûl nakin. Em vê napejirînin û vê siyasetê rast nabînin. Wê Eyn Îsa di bin banê rêveberiya xwe ya xweser û hêza xwe ya parastina QSD`ê de bimîne."

Ji bo pêşîgirtina li pêkanîna pîlanan, Çiya Kurd bang li her kesî kir ku hemû tedbîrên xwe bigirin, piştgiriya QSD`ê bikin û asta têkoşînê bilind bikin.

Çiya Kurd bal kişand ser girîngiya aramî û îstiqrara herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got: "Herêmên me wekî navenda têkoşîna li dijî DAIŞ, terorê û navenda Şerê Cîhanê yê Sêyemîn hat naskirin. Heger aramiya van herêman têk biçe dê bibe sedem ku hêzên terorîst sûdê jê wergirin û xwe bi rêxistin bikin." 

Mesele herêmî û navdewletî ye

Çiya Kurd qala pozîsyona hêzan a di meseleyê de kir û got; “Rûsya bi taybet di Sûriyê de xwedî bandor û hêz e. Em her dibejin ku bêyî Rûsyayê pirsgirêka Sûriyê nayê çareserkirin, lê tenê Rûsya jî nikare çareser bike. Ji ber ku pirsgirêka Sûriyê bûye pirsgirêkeke herêmî û navdewletî. Gelek welatên herêmê wekî Tirkiye, Îran, welatên Ereban; welatên mezin ên wekî Emerîka, Ewrûpa di pêvajoya diyalog û çareseriyê de xwedî bandor in. Dibe ku di navbera welatên bibandor de yên wekî Emerîka, Rûsya û Tirkiyê, hinek nîqaşên nû dest pê bikin ji bo bikarin rewşa Sûriyê ji nû ve di ber çavan re derbas bikin û li gorî wê pêvajoyeke nû dest pê bike.”

Dagirker dibin asteng

Li ser pozîsyona Rûsya û rêveberiya Şamê jî Çiya Kurd weha dibêje; “Ji bo diyalogên cidî û heqîqî di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de çêbin divê projeya çareserî û hêzên garantor hebin ku bi rola xwe rabin û bihêlin diyalog bigihêjin encamekê. Ji ber ku hikumeta Şamê ne xwedî projeyeke siyasî ya ji bo diyalog û çareseriyê ye. Di heman demê de hişmendiya ku Şam pê tev digere hişmendiyeke nijadperest e ku kes qebûl nake. Heya niha jî bang, daxwaz û hewldanên wan ew in; vegerin rewşa xwe ya berê. Di vî warî de Rûsya gelek caran bi însiyatîf rabû û xwest navbeynkariyê di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de bike da ku îtîfaq çêbe. Lê bi rastî ew hewldan hemû bê encam man. Sedem ew bû; hikumeta Şamê bi hişmendiya xwe rê li ber li diyalogê girt û herî dawî li Cinêvê jî diyar bû ku hikumeta Şamê ne amade ye ku bi kesî re diyalogê bike. Rûsya jî ne xwedî proje û nêrîn e ji bo çareseriyê diyolog bibe. Ji bo wê jî ne xwedî biryar û israr e ku li ser Şamê zextê çêke û bihêle diyalog bibe. Hin hêzên din jî bandora xwe li ser Rûsyayê dikin, wekî Tirkiye û Îranê. Ji ber ku Tirkiye û Îran jî naxwazin di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de diyalog çêbin.”

Cihê Eyn Îsayê stratejîk e

Li ser girîngiya Eyn Îsayê jî Çiya Kurd weha got; “Eyn Îsa ji gelek aliyan de cihekî stratejîk e. Eyn Îsa navendeke îdarî, siyasî ji bo Rêveberiya Xweser bû. Cihekî manewî ye. Bi dagirkirinê re dixwazin bibejin; "Me cihê Rêveberiya Xweser dagir kir û me dawî li projeya wan anî". Eyn Îsa di aliyê cografî de jî herêmeke stratejîk e ku bajarê Heleb, Hesekê, Dêrazor û Kobanê digihînê hev û li ser rêya navnetewî ya ku ev rê ji bo bazirganî girîng e. Ji ber wê dixwaze navbera herêma Cizîrê, Kobanê û Minbicê qut bike. Bêgûman heger pêş de biçe dagirkerî li wir nasekine. Çawa li Efrînê destpê kir, li Serêkaniyê û Girê Spî dewam kir niha jî hewl dide Eyn Îsayê dagir bike.

NAVENDA NÛÇEYAN