Xwedî li xwebûna xwe derdikevin
Çarşem 26 Adar 2025 - 03:45
- Her tim rola jin li Sûriyeyê hatiye çewisandin û tune kirin, ji daxuyaniyan bigrin û heta destûra nû ya Sûriyeyê ti xal ji bo mafên jinan nehatine diyarkirin. Têkildarî vê yekê 23’yê Adara 2025’an konferansa yekemîn a jinên Kurd li Rojavayê Kurdistanê hate lidarxistin.
Hevseroka Partiya Nûjen a Demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Heyfa Mehmûd li ser girîngiya Konferansa jinên Kurd axivî. Heyfa Mehmûd bal kişand ser rewşa jin a li Sûriyeyê û got:''Ev kombûn gavekî xurt e û gelek girîng e. Weke ku tê zanîn di roja me ya îro de çavê hemû jinên Sûriyeyê li jinên Kurd e û bi taybetî jî çavê wan li jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne. Ji ber ku ew xwedî tecrubeyeke demokratîk in, her wiha di wir de pîvanên ji bo jinan hatine tespîtkirin. Ev kombûn girîng e ji ber ku em wekî jinên Kurd ne tenê ji bo jinên Kurd xebat dikin, em ji bo hemû jinên cîhanê xebatê didin meşandin. Her wiha weke jinên Kurd dîrokek me heye, ji bo wê ev konferans wê bibe dengê hemû jinên Sûrî. Divê jin li dijî bêmafiyê bêdeng nemînin. Ev konferansa ku hatiye lidarxistin, peyameke ji bo hemû jinan û siyasetmedaran. Eger doza Kurdan neyê çareserkirin, pirsgirêka Sûrî nayê çareserkirin. Doza Kurd pirsgirêkeke sereke û girîng e di Sûrî de, eger doza Kurd neyê çareserkirin wê pirsgirêka Sûriyê her berdewam bike, li ser wê esasê divê Kurd yekrêziya xwe û helwesta xwe bidin pêş.''
Rêya îfadekirina nasnameya heqîqî ye
Yek ji Fermandara YPJ’êê Nisrîn Ebdullah jî têkildarî hest, coş û girîngiya konferansê nerîna xwe parve kir. Nisrîn Ebdullah destnîşan kir ku li hola konferansê heyecaneke pir mezin hate dîtin, jinên Kurd bi nasnameyên xwe yên siyasî û rêxistinî cihê xwe girtine, ji bo avakirina pergala ku karibe nasnameya heqîqî ya jina Kurd îfade bike, têkoşîn dike û got:“Lidarxsitina konferansê pêwîstiyeke, wê ji bo jinên Kurd bibe rêyeke ku tê de karibe îfadeya xwe bike. Bila jin vê konferansê veguherînin hêza misogeriyê û helwesta daxwaza mafê xwe.”
Nisrîn Ebdullah bal kişand ser Şoreşa 19`ê Tîrmehê û diyar kir ku bi taybet wan 13 sal ji şoreşê derbas kir, niha jî derbasî 14 salan bûne. Di vê şoreşê de wan qurbaniyên gelekî bi nirx û giranbuha dane û got:“Em şehîdên xwe bibîrtînin û bi vê kombûyîna wan şad dikin, ew hesreta ku di dilê wan de ma, em dixwazin li vê deverê zindî îfadeya wê bikin. îro jinên Kurd li hev kombûne û bi hev re biryarên dîrokî digirin.”
Nisrîn Ebdullah da zanîn ku wan di konferansê de mijarên girîng nîqaşkirine, bi taybet weke jinên Kurd bi nasnameya xwe ya Kurdî çawa karibin misogeriya mafê netewa xwe û mafê jin bikin. Wan di nava şoreşê de her dem xwest di nasnameya xwe de îfadeya jinan li Sûriyeyê jî bikin, ew xwesteka îfadeya nasnameya jinan a veguherî gerdûnî jî. Bi taybet jî bi slogana ku Rêbertiya wan bi pêş xist û jina Kurd jê re pêşengtî kir ew jî slogana “Jin, Jiyan, Azadî” ye û ser daxwazên wan li Sûriyeyê ev tişt anî ziman:“Em dixwazin niha jî bi têkoşîna avakirina Sûriyeyeke demokratîk, nenavendî ku tê de edaleta civakî hebe û wekheviya her du cinsan hebe, nîqaş dikin.”
Konferans xweparastin e
Di nirxandinên xwe de Nisrîn Ebdullah bal kişand ser mijara parastinê ku yek ji mijarên girînge û konferansa bi xwe jî bi xweparastinê ve pênase kir, diyar kir ku heke misogeriya nasname û mafê jin tune be, wê parastina wê jî tune be û got:“Di konferansê de em biryara xweparastinê didin. Ji ber ku me bedel dane, em biryar didin ku wê mafê me were misogerkirin û em amade ne dîsa jî bedel bidin. Me gotiye em ê xwedî li hebûn û xwebûna xwe derkevin. Jina Kurd îro bi hebûn û xwebûna xwe di qadên şer de îfadeya vê yekê şênber dike. Jinên ku di konferansê de kombûne jî pişta xwe bi wan jinên ku îro di cebheyê de wan diparêzin xurt dike, silavê me ji bo wan heye.” Nisrîn Ebdullah destnîşan kir ku li kêleka misogeriya maf, divê mirov bizanibin mijara mirin û mayînê hîn xelas nebûye, divê di qada parastina cewherî de lawazî dernekeve û got: “Em bi sozdarî xebatê dikin, niha jî em wê sozdariyê nû dikin. Bi şanazî heta dawiyê em ê bi hev re dewam bikin.”
NAVENDA NÛÇEYAN