• KCK: Divê gelê Kurd û dostên wan li dijî rejîma qirker û faşîst a dijminê Kurdan, nerazîbûneke xurttir nişan bidin, li dijî êrişên li dijî Rojava, xwedî li şoreşa Rojava derkevin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bal bire ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên di demên dawî de li dijî Rojava zêde bûne û bang li gel kir da ku li ber xwe bide.

KCK'ê diyar kir ku hikûmeta nû ya li Tirkiyeyê hatiye avakirin, hikûmeteke tam a şerê taybet e ku ji bo qirkirina Kurdan hatiye avakirin. KCK'ê destnîşan kir ku mafê vê hikûmetê nîne ku Kurdan bi rêve bibe û got, Kurdan li dijî vê rejîm û sîstema faşîst helwêsteke zelal nîşan daye û red kiriye. KCK’ê da xuyakirin ku êrişên li ser Rojava parçeyek ji polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker e û got, “Pêwîst e gelê Kurd û dostên wan vê rastiyê baştir bibînin û helwêsta xwe ya li dijî rejîma qirker a faşîst û dijminê Kurdan, veguherînin nerazîbûneke xurttir a li dijî êrişên li ser Rojava û bi xwedîderketina li şoreşa Rojava re didomînin.”

KCK’ê got, “Dewleta Tirk a qirker û mêtinger, ji 7’ê Hezîrana sala 2023’yan ve bi çekên giran êrişê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Ji ber van êrişan, heta niha gelek sivîl û şervanên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd bûne. Hêzên girêdayî dewleta Sûriyeyê û yekîneyên leşkerî yên Rûsyayê jî bûn hedefa êrişên dewleta Tirk û wendahiyên wan çêbûn. Em van êrişên dewleta Tirk bi tundî şermezar dikin û bang li her kesî dikin da ku helwêsta xwe li hemberî van êrişan nîşan bidin. Armanc û siyaseta esas a dewleta Tirk ew e ku Kurdan qir bike, li ser navê Kurdan çi hebe ji holê rake. Siyaseta dewleta Tirk a li dijî Rojava û Sûriyeyê jî di vê çarçoveyê de ye. Dagirkerî û êrişên heta niha kirine ji ber vê polîtîkayê ne. Gelê Kurdistanê bêguman bi vê rastiya dewleta Tirk baş dizane. Hêzên navneteweyî, dewlet jî bi vê rastiya dewleta Tirk dizanin; lê ji ber têkiliya xwe ya bi dewleta Tirk re ya ji bo berjewendiyên xwe, dengê xwe nakin.  

Dixwaze ji Kurdan xalî bike

Dewleta Tirk, bi eşkere rakirina pergala demokratîk a li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji xwe re kiriye armanc. Sedem ew e ku Kurd jî bi van gelan re di nav vê pergala demokratîk de bûne xwedî îrade. Lê dewleta Tirk ku neyarê Kurdan û demokrasiyê ye, bi tenê van deran dagir nake, dixwaze demografiyê biguherîne, Kurdan ji cih û warê wan bike, Rojava ji Kurdan xalî bike. Dewleta Tirk, niha jî ji xwe re kiriye armanc ku herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike û vê polîtîkaya xwe li derên din jî pêk bîne. Armanca dawiya dawîn jî ew e ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tevahî dagir bike û pergala demokratîk a li vir ji holê rabike û Kurdan ji cihên wan bike û Rojava ji Kurdan xalî bike. 

Xayînan bi kar tîne

Dewleta Tirk ku hin xayîn û hevkarên Kurd li ba xwe digire, ev nayê wateya guherîna rastiya wê. Ev rêbazek e ku ji Osmaniyan maye. Dewleta Osmaniyan, ji bo pêkanîna qirkirina Kurdan her tim Kurdên bi gelê xwe re xayîn geriyane, li ba xwe girtiye û fêde ji wan girtiye. Niha jî dewleta Tirk hin Kurdên xayîn ên hevkar ku rûmeta xwe firotiye, li ba xwe digire da ku ji derve bi awayekê din xuya bike. Lê dewleta Tirk bi vê rêbaza xwe êdî nikare vê rastiyê biveşêre, hin Kurdên xayîn ên hevkar, weke maske bi kar bîne. Ji ber ku haya gelê Kurdistanê ji vê çêbûye û dizane û xwedî vîn e fêm bike bê ka ev hevkarî tê çi wateyê.

Kurdan cîhan parast

Neyarê Kurdan ê şefê faşîst Tayyîp Erdogan, pîlanê xwe yê qirkirina Kurdan di civîna Neteweyên Yekbûyî (NY) de li ber çavên hemû dewletan eşkere kir. Bi vê rewşê diyar dibe ku dewlet û NY ji heqî û edaletê çiqas dûr in. Ev helwestên dewlet û saziyên navneteweyî nayên qebûlkirin. Divê dewlet dev ji vê helwesta durû berdin. Kurdan ne tenê xwe, hemû cîhanê li dijî faşîzma DAIŞ’ê parast û ji vê xeteriyê rizgar kir. Lê ev helwesta ku li dijî Kurdan hatiye bipêşxistin ku bêdeng dimînin, bi ti awayî bi heqaniyetê re li hev nayê. Divê gel û raya giştî ya demokratîk vê helwesta dewletan eşkere bikin û zextê bikin ku dest ji piştgirîdayîna polîtîkayên qirkirina Kurdan a dewleta Tirk berdin. 

Xwedî li Rojava derkevin

Bi rastî li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pergaleke demokratîk hatiye avakirin ku dikare ji bo Sûriye û tevahiya herêmê bibe modêl. Ev nirxeke ku li ser navê mirovahî, azadî û demokrasiyê hatiye afirandin. Divê hemû gelên Rojhilata Navîn û cîhanê, jin, ciwan, aliyên demokrat ên şoreşger, sosyalîst, rewşenbîr, hunermend, bi kurtasî her kesê ku ji ber nirxên mirovahiyê hestyar in, xwedî lê derkevin.

Gelê Kurd jî divê li her derê welêt û li derveyî welêt xwedî li Rojava derkeve, nerazîbûnên xwe yên li dijî van êrişên desthilatdariya AKP-MHP’ê xurtir nîşan bide.

Cihê xwe neterikînin

Niha ji bo kûrkirina polîtîkayên qirkirina Kurdan, çend Kurdên xayin xistin hikûmetê û armanc dikin bi wan re vê polîtîkaya xwe veşêrin. Bêguman ev hikûmet û serokê wê şefê faşîst Tayyîp Erdogan nûnertiya Kurdan nake û mafê wan ê rêveberina Kurdan jî nîne. Ji xwe ev rejîm tenê qirkirinê li Kurdan ferz dike, êrîşên li dijî Rojavayê jî parçeyek ji vê ye. Gelê me yê Rojava jî divê bizanebûna ku gelên Kurdistanê, gelên Rojhilata Navîn û mirovahiya demokratîk a pêşverû li ba wan in, berxwedana xwe ya heta niha ku li hemberî êrîşan raberkirine bi xurtî bidomînin. Divê gelê me cih û warê xwe neterikîne, li dijî êrişan berxwedaneke topyekûn raber bikin.”

BEHDÎNAN