• Mam Beşîr di salvegera 1'ê ya şehadeta xwe de bi civînekê hate bibîranîn. Di bibîranînê de ji bo xurtkirina têkoşînê û xwedîderketina li ol û civaka Êzîdî bang hate kirin. 

Mam Beşîr di salvegera 1'ê ya şehadeta xwe de bi civînekê hate bibîranîn. Di bibîranînê de ji bo xurtkirina têkoşînê û xwedîderketina li ol û civaka Êzîdî bang hate kirin. 

Bibîranîn bi pêşengiya Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewrûpayê, li bajarê Elmanyayê Emmerichê hate lidarxistin.

Li gel malbata Mam Beşîr, nûnerên saziyên Êzîdiyan û civaka Kurd a li herêmê, nêzî 300 kesî tevlî civînê bûn. Endamên malbatê diyar kirin ku ew ê li ser şopa Mam Beşîr bimeşin. Qisekeran bal bire ser keda Mam Beşîr a ji bo civaka xwe û ji bo mezinkirina têkoşînê jî bang kirin.

ANF/EMMERICH