Xwedî li destketiyan derkevin
Sêşem 7 Çile 2025 - 03:00
Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayettûlah Aşîtî û Şaredarê berê yê Xinûsê neviyê Şêx Seîd Hasan Basrî Firat li ser êrîşên li dijî destketiyên Kurdan ên li Rojava, siyaseta ji bo parastina van destketiyên Kurdan axivîn. Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayettûlah Aşîtî anî ziman ku firsendên li Sûriyeyê ji bo Kurdan hatine bidestxistin, derfeteke mezin ji bo sedsala pêş pêşkêş dike û got:"Eger stratejiyeke hevpar bê meşandin, gelê me yê li Sûriyeyê li gel hemû cihêrengî, bawerî û etnîkî dikare li hev kom bibe û bandorê li rewşa nû bike. Di halê hazir de Kurd li Sûriyeyê xwedî hêzeke leşkerî ne. Eger Kurdên li Sûriyeyê piştgiriyê bidin vê hêza leşkerî û li dora wê bibe yek hem li qada navneteweyî hem jî li Sûriyeyê wê karibin hebûna xwe hîn bi xurtî dewam bikin. Hin netewe xwedî dewletê ne, hinek jî dewleta xwe nîne. Di rewşeke bi vî rengî de biratiya ol ji bo niha nêzîkatiyeke rast nîne. Heta ku wekheviya rasteqîn neyê pêkanîn, biratî ava nabe. Piştî ku wekhevî pêk hat, biratî pêk tê. Pêşniyar û daxwaze me ew e ku Kurdên li Sûriyeyê di mijara dÎplomasî û yekîtiyê de zelal bin, li ser bingeha planên hevpar, stratejiya hevpar tevbigerin."
Bi rihê Kobanê bibin yek
Hasan Basrî Firat jî got:"Li Rojava şerekî giran diqewime. Gelê me yê li wê derê 14 sal in li dijî DAÎŞ'ê û zaliman têdikoşe û destketiyên mezin bi dest xistiye. Ev destketî îro bi metirsiyeke mezin re rû bi rû ne. Dewleta Tirk bi rêya çeteyên xwe dixwaze vê derê hilweşîne û destketiyên me tine bike. Lê belê divê neyê jibîrkiin, ji bo gelê Kurd hêvî Rojava ye û destketiyên li wê derê ye. Gelê me yê li Rojava ji bo xwerêvebirin û parastina ji zilma dewleta Tirk, dewletên Ereb û Fars rêveberiyek ava kirin, xweserî îlan kirin. Em neçar in xwedî li van destketiyan derkervin. Îro bi serkêşiya dewleta Tir zilm û şerekî mezin tê kirin. Îro li Rojava bi saya fedakariya YPG û berxwedêrên din têkoşîneke girîng heye. Jin, ciwan û gelê me berdêlên giran dane. Niha jî dem hatiye ku em xwedî li bîranîna van lehengan derkevin ku li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê jiyana xwe ji dest dan. Li kîjan devera cîhanê dibin bila bibin divê em piştgiriya madî û manewî pêşkêş bikin. Divê em li dora bîranîna van lehengan bicivin û destê alîkariyê dirêjî Rojava bikin. Parastina van destketiyan tê wateya bidestxistina statuya gelê me. Bêyî statuyê jî azadî nabe, ev yek jî tenê bi yekîtiyê dibe. Partiyên me, rêxistinên me divê li dora armanceke hevpar bibin yek. Tenê bi vî rengî em dikarin mafê xwe, statuya xwe bi dest bixin û bi ser bikevin."
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN