Xwedî li azadiya welidînê derkevin

Pêncşem 24 Nîsan 2025 - 03:00

Jinên Amedê bertek nîşanî rêziknameya qedexekirina sezeryana plankirî ya li navendên tenduristiyê dan û gotin:"Divê ev rêzikname bê betalkirin. Divê jin xwedî li azadiya welidînê derkevin." 

Wezareta Tenduristiyê bi "Rêziknameya Saziyên Tenduristiyê yên Taybet ên Teşhîs û Dermankirina Li Ser Pêyan" li navendên tenduristiyê sezeryenên plankirî qedexe kir. Bi weşandina rêziknameyê di Rojnameya Fermî de (19'ê Nîsanê) bertek jî zede bûn. Rêxistinên jinan bertek nîşanî polîtîkayên desthilatê yên li ser bedena jinê dan.

Jinên li navçeya Sûrê ya Amedê bertek nîşanî rêziknameya navborî dan û xwestin ku demildest bê betalkirin.

Sîdar Sîrdaş diyar kir ku rêbaza jidayikbûnê tercîha jinan bi xwe ye û got: "Nabe ku welidandina xwezayî li ser jinan were ferzkirin." 

Merve Încî jî wiha got: "Carinan ji ber rewşa tenduristiyê ya zarokê sezeryan hewce ye. Divê her kes der barê bedena xwe de biryara xwe bide. Divê jin li dijî vê rêziknameyê derkevin û bê betalkirin."

Merve Ayak jî got: "Divê jin di biryara xwe de azad bin. Divê ev rêzikname bê betalkirin. Divê jin xwedî li azadiya welidînê derkevin."

Seren Demîr got: "Mafê mêran nîne ku li ser bedena jinan bibe xwedî gotin. Divê rêzikname bê betalkirin û ev zîhniyet bê guhertin."

Saniye Sayin anî ziman ku jin di biryardana çawaniya welidandinê de azad in û wiha bertek nîşan da: "Dema pêwîst be jin dê bi sezeryanê biwelidîne an jî bi awayekî xwezayî." 

MA / HEVAL ONKOL / AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.