HPG'ê gerîla Bijî Amed bi bîr anî ku sala 2020'î li Amedê şehîd bû û got:"Hevrêyê me Bijî xwe ji fedakariyê neda alî, bi sekna xwe bû milîtanekî Apoyî yê mînak."
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:
"14'ê Nîsana 2020'î li qada Licê ya Amedê, di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker de şreekî giran qewimî. Di vî şerî de hevrêyê me Bijî Amed ê ku bi fedaîtî şer kir, şehîd bû.
Hevrêyê me Bijî her tim tevlîbûneke bi rêbaza fedaîtiyê ji xwe re kir esas û ji bo vê jî xwe ji fedakariyê neda alî. bi sekna xwe bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Di serî de malbata welatparêz û hêja ya hevrêyê me Bijî bila serê xelkê Amedê û gelê me yê Kurdistanê sax be.
Hevrêyê me Bijî ku yek ji ewladên leheng ên Amedê ye, li nava malbateke ji vê kevneşopiya gel a têkoşer, welatparêz û cihê hurmetê ji dayik bû. Sala 2015'an di roja Newrozê de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrê Bijî ku sekin pê nediket, ji ber tempo û awayê xwe yê encamgir di her xebatê de ku tevlî dibû, yekê pêşeng bû, 14’ê Nîsana sala 2020’an di şerê li Liceyê qewimî, bi fedaîtî şer kir û ji bo dîl nekeve destên dijmin, bombe bi xwe de teqand û şehîd bû. Di hemû jiyana xwe ya şoreşgerî de tawiz ji sekina xwe neda, têkoşîna xwe gîhande lûtkeyê û cihê xwe yê birûmet di nava dîroka têkoşînê azadiyê de girt."
Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Bijî Amed bi vî rengî ne:
Bijî Amed (Hebûn Kardaş), li Amedê jidayîk bûye, 14’ê Nîsana 2020’an li Amedê şehîd bû.
BEHDÎNAN