- Li Strasbourgê çalakgerên çalakiya rûniştinê, li ser tecrîdê û êrişên dagirkeriyê dosyayan didin nûneriyên welatên di Konseya Ewrûpayê de. Kurdistanî dibêjin, çalakiyên wan heta ku biçin serî, wê dewam bikin.
BARIŞ BALSEÇER
STRASBOURG
Çalakiya rûniştinê li Strabourgê bi pêşengiya TJK-E û KCDK-E´yê li dijî êrişên delweta Tirk ên dagirkeriyê û tecrîdkirina şidandî dest pê kirî, di hefteya xwe ya çaran de dewam dike. Koma ji Swîsreyê hatî vê hefteyê çalakî wergirtiye û çalakî wê îna bê bi dawî bibe.
Tevgera Jinên Kurd li Ewrûpayê (TJK-E) û Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewrûpayê (KCDK-E) di çarçoveya pêngava “Li dijî dagirkerî û qirkirinê her der Avaşîn, her der Zap, her der Metina ye; Dem dema Azadiyê ye!” li bajarê Fransayê çalakiya rûniştinê dabû destpêkirin. Çalakgerên TJK-E û CDK-S´yê yên ji Swîsreyê çalakiyê vê hefteyê dewam dikin.
Dosya dan 16 nûneriyan
Weke hefteya bihurî, vê hefteyê jî, çalakgeran li dijî tecrîdkirina mutleq a Rêber Abdullah Ocalan, li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk dosya dan nûneriyên daimî yên welatên endamê Konseya Ewrûpayê. KCDK-E’yê ev dosya amade kirine. Çalakgeran doh dosya dan nûneriyên Îtalya, Fînlandiya, Swêdê, Macaristan, Danîmarka, Litvanya û Norwêcê. Heta niha çalakgeran dosya dane nûneriyên 16 welatan. Wekî din çalakgera TJK-E´yê Done Guzelê li ser "Hevjiyana azad" ku aliyekî neteweya demokratîk e, semînerek da.
Diçin ber konsolosxaneya DYE´yê jî
Di hefteya dawî ya çalakiyê de îro (2´yê Hezîranê) bi meşekê biryara DYE´yê ya li dijî kadroyên pêşeng ên tevgera azadiyê tê rûreşkirin. TJK-E û KCDK-E´yê daxuyaniyeke hevpar weşand û got, saet 13´an ew ê ji ber Konseya Ewrûpayê ber bi konsolosxaneya DYE´yê ve bimeşin: "Bê navber êrişên delweta Tirk a dagirker li dijî herêmên gerîla dewam dikin. Êsîrkirina Rêbertiya me jî dewam dike. Ya ku cesaretê dide dewleta Tirk helwêsta durû ya Ewrûpayê û desteka DYE´yê ne. Ji bo protestokirina vê helwêstê û dagirkeriya dewleta Tirk li dijî Kurdistanê ya ku weke parçeyekî NATO´yê bi awayekî li dijî hiqûqa navneteweyî Kurdistan dagir kiriye, sûcên artêşa Tirk em teşhîr û protesto dikin. Em bang li miletê xwe yê welatparêz û dostên xwe hemûyan dikin da ku sûcên dewleta Tirk protesto bike, seferber bibin." Meş wê ji Avenue de L'Europe, 67000 Strasbourgê dest pê bike.
Heta êriş bisekinin
Nûnera PYD´ê ya Ewrûpayê Zozan Dêrik li ser armancên çalakiya li Strasbourgê ji me re peyivî û got, "Ev çalakiya hanê du armancên wê hene, yek jl ji bo azadiya Rêber Apo ye. Ev demeke dirêj e, hemla dem dema azadiyê ye hatiye destpêkirin. Ya din jî êrişên dagirkeriyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê hene, ev çalakî li dijî wan jî dewam dike. Her roj Kurdistanî jî tên serdana çalakiyê. Ji bona Kurdan hemûyan, ji bo em karibin bigihin van armancan, ji bo ku em dengê gelê Kurd zêdetir bigihînin dinyayê, bi Konseya Ewrûpayê zêdetir bidin fêmkirin, çalakî li vê derê dewam dike.
Rojane di dema dewama çalakiyê de dosyayên li ser çalakiyê û li ser tecrîdkirina Rêber Apo em didin aliyan. Dosyayên li ser êrişên li dijî gelê Kurd, yên li ser qirkirinê ne, em digihînin aliyên Ewrûpî. Ev der navenda giştî ya Konseya Ewrûpayê ye, em dixwazin doza xwe bêhtir bidin naskirin da ku zextek li dewleta Tirk bê kirin ji bo pêkhatina hevdîtinê bi Rêber Apo re û ji bo sistkirina êrişên li dijî gelan.
Jin û ciwan pêşeng in
Jin pêşengiyê dikin li Kurdistanê û li Ewrûpayê. Yên ku îro şoreşê bi rê ve dibin, di milê siyasî, civakî bi giştî jin pêşengiyê dike. Ji ber wê Rêber Apo dibêje, şoreş şoreşa jinê ye. Bar bêhtir dikeve ser milê jin û ciwanan e. Beşdariya jinan a di çalakiyan de girîng e. Jin ji temamê welatên Ewrûpayê qesta vê derê dikin. Wek jinên Rojava jî mîsyoneke me heye, ji ber ku weke mînakekê ne. Hem di warê leşkerî, civakî û siyasî de ew pêşeng in. Wan tesîr li Ereb, Suryanî, Turkmen û hemû jinên din kir.
Li vir bi dawî nabe, wê dewam bike. Heta ku êriş bisekinin, çalakî wê dewam bike. Meseleya armanckirina kadroyên pêşeng ên tevgera azadiyê yên bi destê DYE´yê nayên qebûlkirin. Me niha çar hefteyan kir, lazim be divê dirêjtir be û bi bi ßev û roj be heta ku ev êriş betal bibin.