Xizmetkarên sîstema zilmê ne

Nûçeyên Dîaspora

Şemî 10 Tîrmeh 2021 - 04:15

RAMAZAN MARANKOZ

 

Dewleta Tirk di çarçoveya siyaseta xwe ya qirkirina Kurdan de êrişên xwe li dijî alimên dînî û seydayên Kurd jî dewam dike. Herî dawî li Stenbolê endamên endamên Kongreya Îslama Demokratîk jî di navê de, dewleta Tirk gelek alim û seydayên Kurd kirin nezaretê. Em li ser zilma dewleta Tirk û vê siyaseta wê bi serokê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Hafiz Ahmet Turhalli re peyivîn. Wekî din li ser êşkenceyên dewleta Tirk li cenazeyan dike, jî wî fikr û hizrên xwe bi me re parve kirin.

Li ser zilma li cenazeyan tê kirin, li ser pirsa me ew dibêje, "Dewleta Tirk bi Zêhniyeta xwe za kemalîst û tûranîst, bêyî ku tabiê qaydeyan be zilma xwe zêde dike.   Mirovan bi hovane qetil dikin, êşkennceyê li cenazeyan dikin û bi qest êşeke hovane didin malbatan. Quran û pêxember van kirinên dewleta Tirk weke kirinên firewnî weez dikin. Ew dibêjin, kesên van dikin, yanî eziyetê dikin li sax û miriyê mirovan, ehlê cehnemê ne. Di qiseyên Quranê de rabûna li ber vê zilm û van hovîtiyan, ji fermanên xwedê ye. Quran û pêxember dibêjin, qetlkirina neheq a mirovan, eziyeta li malbatên wan û cenazeyên wan karê muşrîkan e. Ew her wiha dibêje, divê her kes ji bo ev kirin bi dawî bibe têbikoşe."

Desthilata dewletê ehlê cehnemê ye

Em jê dipirsin, ka destûrnedana bicihanîna wecîbeyên dînî ji bo cenazeyan ew çi dibêje, Hafiz Ahmet Turhalli dibêje, "Wan [desthilata dewleta Tirk] nehişt ku nimêja cenaze bê kirin ji bo zarokên Misilmanan ên ku wan bi hovîtî qetil kirin. Wan bi sîlehê û zordariya cezakirinê nehişt ku cenaze bên şûştin û kefenkirin, wan nehişt wecîbeyên dînî bi cih bên anîn û van hîna jî dikin.Lê belê ev ji ferzên sereke yên Îslamê ne. Li gorî fiqiha Îslamî, ev ji ferzên kifaye ye. Gava Misilmanek mir, şûştina cenaze, kefenkirin û kirina neimêja cenaze û veşartina cenaze, ferzên kîfaye ne. Li gorî fiqiha Îslamî, gava ev ferz bi cih nehat anîn, Misilmanên li wê deverê hemû dibin gunehkar, guneh bi ser wan de dibarin. Ma êdî em ji wan şowmenên nimêjê [desthilata ku bi mizgeftên fehş li ber kamerayan nimêj dike] nepirsin, gava ku hûn şowên nimêjê dikin, hûn li gorî kîjan qaydeyên dînî nahêlin ku cenazeyê Misilmanekî li gorî wecîbeyîn dînî bê veşartin?

Ev helwêsta wê nîşanî me dide ku ev desthilata Tirk ji dîn bawer nake, ji bo ku desthilata xwe dewam bike dîn bi kar tîne û ti armanca wê ya din nîne. Ev dewlet [-a Tirk] û desthilata wê, bi bikaranîna dîn û manîpulekirina Misilmanan hebûna xwe dewam dike." 

Desthilata dewletê bê dîn e

Em behsa xwe dibin ser êrişên li dijî alimên dînî û seydayên Kurd ên ku li Stenbolê hatî girtin. Ev her 25 mela û seyda jî temenê wan di ser 70 salî re bû. Serokê CÎK´ê Turhalli dibêje, "Ev rewş nîşanî me dide ku desthilat û rêveberên dewletê ji xwe re Îslamek ava kirine, û heqîqeta wan a dînî ev e. Ev dîn ne dînê Îslamê ye. Ev dîn, tûranîzm e, nijadperestiya Tirk e. Ji bo vê desthilatê Îslam ji bo xurkirina nijadperestiya wan heye. Îslamê qetlê, narkotîkê, dagirkeriyê, xapandinê, kirina neweyiyan û derew qedexe kirine. Ev li gorî Quranê guneh û qedexeyên herî mezin in. Misilmanekî ku Quran xwendibe û jê fêm kiribe, çawa beramberî van kirinan bêdeng be? 

Alimên bi rastî yên weke Ebû Hanîfe, Saîdî Nûrsî li ber dewletê rabûn û dengê heq bilind kirin. Wan heq parast û hatin şehîdkirin. Alimên ku îro jî heqê diparêzin, yên ku li sifreya Decalan rûnanin, yan bi hovîtî tên qetilkirin, yan jî weke îro tevî ku 70-80 salî ne, nexweş in, bi êşkenceyê wan dibin qereqol û êşkencexaneyan. 
Binihêrin, nîvê şevê deriyên van aliman dişikînin, quran û kitêbên wan diavêjin erdê, pê li Quranên wan dikin û êşkenceyê li wan dikin, van gunehan dikin. Alimên heqîqî, tirs û xewnereşkên van sîteman in. Ev alim li ser xeta Mihemedî ne. Ev xet li dijî desthilat, qesr, zilm û hovîtiyê ne. Ev rêûresm Îslamî ye, rast e. Ew ên li qesran li nav refên desthilatan in, dengê xwe ji kirinên wan re nakin, ji wan zaliman in ku li ser doşekên Firewn, Nemrûd û Ebû Cehil rûniştine. Yanî, ew memûrên dîn û xizmetkarên sîstemên zilmê ne. Ew di ber pere û meqam de heqîqetê çeloxwarî dikin û hewl didin civakê bixapînin, tişta ku bêdînî ye, weke ku dîn be bi wan bidin qebûlkirin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.