Xizmeta li ser esasê jinê

Pêncşem 28 Mijdar 2024 - 02:20

Şaredariya Silopiya ya Şirnexê ku di bin rêveberiya DEM Partî de ye, bi projeyên civakî û aborî qadên jiyanê ji jinan re vedike. Bi Navenda Piştevaniya Dayika Taybet a di bin banê Rêveberiya Polîtîkayên Jinê de hat vekirin, ji bo jinên ku rastî tundiya mêr-dewletê tên, çare tên peydakirin. Ji xebatkarên Muduriyeta Polîtîkayên Jinê Siyajîn Bûrûntekîn der barê xebatên xwe de axivî. Siyajîn Bûrûntekînê bal bire ser zêdebûna tundî û zordariya li ser jinan û got:“Meha Mijdarê ku em tê de ne, ji bo têkoşîna jinan meheke girîng e. Lê em nikarin têkoşîna jinan tenê bi vê mehê bi sînor bikin. Ji ber ku roj nîn e ku jin rastî zext û tundiyê neyên. Ji bo vê jî divê qadên jiyanê yên ku jin tê de nefes bigirin bên avakirin." Siyajîn Bûrûntekînê anî ziman ku şaredariyên DEM Partiyê li ser esasê şaredarîvaniya jinê hatine avakirin û destnîşan kir ku ji sala 2016'an û vir ve yekemîn xebatên qeyûmên ku li şaredariyan hatine wezîfedarkirin êrişa li ser destkeftiyên jinan e û got:“Midûriyeta Polîtîkayên Jinê girtin. Wan proje û lêkolînên ku ji bo jinan hatibûn armanckirin rawestandin." Siyajin Bûrûntekînê diyar kir ku jin ji rêveçûna xwe heta kincên xwe, ji rûniştina xwe heta bêhnstendina xwe bi zexta mêr-dewletê re rû bi rû ne û got:“Li dijî vê hawirdora zext û tundiyê em xebatên xwe didomînin. Pêşengiya me ya sereke şikandina zextê û berfirehkirina qadên jiyanê ye. Armanca me ew e ku bi projeyên wekî Bazara Keda Jinan azadiya aboriya jinê misoger bikin. Ji bo em barê jinên kedkar sivik bikin me projeya kreşa zarokan pêk anî. Di çarçoveya projeyên civakî de me Parka Jiyana Jinê ya 8'ê Adarê û kompleksên werzîşê ava kirin. Em li dijî polîtîkayên şerê taybet xebitîn. Em li taxan perwerdeya hişyariya tiryakê didin. Lêkolînên tenduristiyê tên kirin. Herî dawî me konferansek li ser penceşêra pêsîrê pêk anî. Li dijî binpêkirinên mafên mirovan em piştgiriya hiqûqî û psîko-civakî didin. Em ê roj 24/7 li qadan bin. Em ê bi projeyên xwe yên nû xizmeta hemû gelê xwe û bi taybetî ya jinan bikin."

MA/ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.