Xiyaneta herî mezin tê kirin

În 12 Tîrmeh 2024 - 00:25

Dr. Kamûran Berwarî destnîşan kir PKK hêzeke Kurdistanî ye, Tirk bi hinceta PKK’ê dixwazin Başûr dagir bikin û malbata Barzaniyan ku hebûna xwe di dewleta Tirk de dibîne bi rengekî aşkere hevkariyê dagirkeriyê dike. Berwarî her wiha got xiyaneta ku niha bi destê Barzaniyan tê kirin xiyaneta herî mezin e.

Dewleta Tirk a bi hevkariya malbata Barzanî ji 17’ê nîsana 2022’yan ve êrişên xwe yên li dijî Herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe didomîne, di hefteyên dawî de dest bi sewqîyateke leşkerî ya zêde kir.  

Cîgirê Serokê Akademiya Siyaset û Demokrasiyê ya li Herêma Kurdistana Federe Dr. Kamûran Berwarî, geşedanên diqewimin nirxandin. 

PKK hêzeke Kurdistanî ye

Berwarî, bal kişande ser ku dewleta Tirk di nava hefteyekê de 150 TIR wesayîtên zirxî û leşkerî sewqî axa Herêma Kurdistanê kirine û wiha domand: “Tirkiye, bi hinceta PKK’ê vê derê dagir dike. Ev bi temamî hinceteke pûç û vala ye. Kes bi vê yekê bawer nake. Dewleta Tirk bi hinceta hebûna PKK’ê nikare dagir bike. Ji ber ku PKK hêzeke Kurdistanî ye. Gerîla zarokên gelê Kurd in.”

Dixwaze erdnîgariyê ji Kurdan vala bike 

Berwarî diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze bikeve Garê û Metînayê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Armanca Tirkiyeyê ew e ku ji Bakur heta Başûr, ji Şengalê heta sînorê Îranê hemû erdnîgariyê bêmirov bihêle. Dixwaze qadên jiyanê yên gelê Kurd tune bike.’’

Beşekî Iraqê jî hevkarê planê ye 

Berwarî, bêdengiya Iraqê ya têkildarî geşedanan rexne kir û wiha pê de çû: “Bêdengiya Iraqê vê yekê nîşan dide; di serdema Mûstafa Kazimî de li gel Tirkiyeyê û PDK’ê li dijî kesên azadiya Kurdistanê dixwazin û şîayan hin planên qirêj kirin.’’

Malbata Barzanî hebûna xwe bi Tirkiyê ve girêdaye 

Berwarî yê qala hevkariya malbata Barzanî ya bi dewleta Tirk re kir, ev tişt gotin: “PDK’ê hebûna xwe girêdayî Tirkiyeyê kiriye. Tirkiye jî PDK’ê xwedî dike û piştgiriyê dide. Ji ber ku di navbera gel de tu wateya PDK’ê nemaye.’’

Xiyaneta herî mezin dikin 

Berwarî, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Asta ku hatiyê asta xiyanetê ya herî jor e. Îro li Kurdistanê du enî hene. Yek eniya xiyanetê yek jî eniya berxwedanê ye. Êdî kes nikare di navberê de bimîne. Divê herkes li eniya berxwedanê cih bigire.”

MA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.