- Dewleta Tirk bi êrişên xwe yên bi topan û hêzên hewayî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî zirareke mezin li mal û canê welatiyan dike. Rêveberiya Xweser civaka navneteweyî û hêzên garantor hişyar kirin û got, dewleta Tirk şertûmercan diafirîne da ku DAIŞ vegere.
Dewleta Tirk van demên dawiyê êrişên xwe li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî zêde kirin. Di êrişan de li Zirganê gelek sivîl birîndar bûn û jinekê jî jinek jî şehîd bû. 5 Endamên QSD û YPG´ê jî şehîd bûn li Til Temir û Hesekê. Rêveberiya Xweser hişyar kir ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê, DAIŞ zindî dibe: "Ev êriş aloziya Sûriyê kûrtir dikin, projeyên dagirkirinê bi pêş dixin û Sûriyê ber bi parçebûnê ve dibin. Her wiha derfetê didin ku DAIŞ careke din vegere.“
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê doh daxuyanî da raya giştî û tê de bang li hikûmeta Şamê, Emerîka û Rûsyayê kir da ku bi lez helwêstên xwe ji êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê diyar bikin.
Rêveberiyê got, “Dewleta Tirk bi armanca ferehkirina projeya xwe ya dagirkirinê bi zanabûn asta êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dike. Van herêman parastina xwe kir, û cîhan ji DAIŞ`ê û komên tundraw ên radîkal parast. Dewleta Tirk bi van êrişan, pîvan û lihevkirinên navneteweyî hemûyan binpê dike."
DAIŞ´ê vedigerîne
Rêveberiyê îşaret bi tesîrlên van êrişan kir û got, bi van êrişan dewleta Tirk DAIŞ´ê li herêmê vedigerîne: "Êrişên dawîn ên dewleta Tirk ên li dijî Minbicê, Til Temirê û gundewarên wê û heta herêmên Qamişloyê niyeta wê ya têkbirina ewlehiya herêmên me eşkere dikin. Dewleta Tirk bi van êrişan dixwaze careke din derfetê bide ku DAIŞ vegere."
Garantor bila bi erka xwe rabin
Rêveberiyê bang li saziyên navneteweyî û hizên garantor jî kir û got, "Em bang li saziyên navneteweyî û hiqûqî û Koalîsyona Navneteweyî û Rûsyayê dikin ku li herêmê hêzeke garantor e, helwestên diyar û bilez ji van êrişên dewleta Tirk ên bi zanabûn, nîşan bidin. Em ji hemûyan re piştrast dikin, ev êriş, aloziya Sûriyê kûrtir dikin, projeyên dagirkeriyê bi pêş dixin û herêmê ber bi parçebûnê ve dibin. Li astên herêmî û navneteweyî gefa vegera DAIŞ`ê dixwin. Dewleta Tirk bi rêya van êrişan hewl dide şertûmercan ji vegera DAIŞ`ê re peyda bike. Her wiha ev êriş li dijî yekîtiya Sûriyê ne. Divê hikûmeta Şamê helwêsta xwe diyar bike li gel ku ev êriş li dijî serweriya Sûriyê ne.
Em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li destketiyên şehîdan derkeve, çi li hundir çi jî li derve xwepêşendanan li dar bixin û êrişên dewleta Tirk şermezar bikin. Em soz didin wan ku em pabendî agirbestê ne û em ê bi hêza xwe hemûyî li hemberî van êrişên li dijî gelê me erk û berpirsyariyên xwe bi cih bînin, ewlehiya gelê xwe û destketiyên wan biparêzin.”
NAVENDA NÛÇEYAN