Xeyalên zaroktiyê pêk anî

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 25 Çile 2024 - 03:54

PERWÎN AMARA / NÛJÎNHA / QAMIŞLO

Huner perçeyek ji jiyana mirov e. Dengê muzîkê yek ji wan dengan e ku mirovan dixe nava aramiyeke bêsînor. Evîn Mihemed a 19 salî ya ji bajarê Qamişlo-Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, di 12 saliya xwe de bi kar û xebatên hunerê re mijûl dibe. Evîn Mihemed hem li tembûrê dide hem jî stranan distrîne. Wê derbarê hunerê û li tembûrê xistinê nihêrîna xwe parve kir.

Evîn Mihemed a ku di temenekî biçûk de fêrî amûrên muzîkê dibe, dibêje heta niha jî di gelek civakan de huner weke karê jinan nayê dîtin û got: "Huner ji bo min tiştekî gelekî giranbiha ye û ez gelekî ji kar û xebatên hunerê hez dikim. Di kar û xebatên hunerê de tu astengî li pêşiya min çênebûn. Di mijara hunerê de malbata min jî gelekî piştgirî da min û bi min re bûn alîkar da ku ez bikaribim xeyalên xwe pêk bînim."

Ji bo pirtûkeke muzîkê dixebite

Evîn Mihemed ji bo pêşeroja zarokan jî wiha behsa xebata xwe ya hunerê kir: "Di rojên pêş de ez dixwazim ji bo siberoja zarokan û civakê pirtûkekê li ser muzîkê amade bikim jixwe min dest bi amadekariya wê kiriye. Ji bo ku ez bikaribim zarokan perwerde bikim, ez dixwazim di demên pêş de dibistaneke muzîkê vekim. Xeyalên min ên zaroktiyê ew bûn ku ez bikaribim bi jinbûna xwe ya Kurd bi serbilindî zarokan perwerde bikim û bihêlim ku fikra civakê derbarê hunerê  were guhertin. Carinan mirov aciz dibe nikare acizbûn, hezkirin û kêfxweşiya xwe bi lêv bike lê mirov bi rêya huner û stranan dikare wan hestên xwe bîne ser ziman."

Mihemed Şêxo dibistana wê ye

Evîn Mihemed ji bo çand û hunera Kurdî ya resen jî got: "Ez piranî li stran û helbestên Mihemed Şêxo guhdarî dikim û gelek caran stranên Mihemed Şêxo dibêjim. Divê em hunermendên xwe yên berê ji bîr nekin, ji ber ku ew ji bo me dibistanên esasî ne. Em nifşê nû yê civakê, bi stran û hunera xwe, çanda civaka xwe ya kevnar diparêzin. Ez hem li tembûrê didim, hem jî kemanê fêr dibim û dixwazim di demên pêş de fêrî hemû amûrên muzîkê bibim. Divê her jina ciwan tirsa di dilê xwe bişkîne û li hunera Kurdî xwedî derkeve."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.