- Yên ku ji me re bûne asteng, bila şerm bikin. Heger ez îro jî karibim xeyalên xwe bi ser bixim, ev serketin e. Niha jî bi boyaxa dohn wêneyan xêz dikim, neqşên cuda cuda çêdikim. Divê şansekî din ê her jinê ji bo xeyalên wê hebe.
MEDYA UREN
JINNEWS/MÊRDÎN
Hesreta Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Selma Ozturk bû ku bixwîne û xêz bike. Wê ev hesreta xwe bi dawî kir û xewna xwe kire rastî. Selma Ozturkê dest bi xwendinê kir û niha wêneyan xêz dike. Ew dibêje, "Ji bo ti tiştî ne dereng e, divê em xeyalên xwe nekujin."
Ji aliyê malbatê ve destûra xwendina Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Selma Ozturk nehatibû dayîn û hîna zarok bû ew zewicandibûn. Wê piştî ku zarokên xwe dan xwendin di 49 saliya xwe de dest bi xêzkirinê û xwendinê kir. Selma Ozturkê bi vî rengî xewn û xeyalên xwe kirin rastî. Niha gelek berhemên wê yên hunerî hene. Selma Ozturkê bang li jinan kir da ku dev ji xeyalên xwe bernedin û got, divê xeyalên jinan bi zora civakê û ya mêr nemirin.
Nahêlin bixwîne
Selma Ozturk ji bo xwendina dibistanê gelekî li ber xwe dide. Lê ji ber ku hingê digotin, xwendina zarokên keç şerm e, malbata wê destûr neda ku ew bie dibistanê. Ji zarokatiya xwe ve wêneyan xêz dike. Ji ber ku nexwende bû, piçûk dihat xistin. Ji ber vê sedemê jî ji dilê wê nedihat wêneyan jî xêz bike. Piştî ku hîna zarokat, tê zewicandin jî daxwaza xwendinê dike, lê belê dîsa jê re dibin asteng.
Dev ji evîna xwe berneda
Selma Ozturk qala xeyalên xwe dike û dibêje, "Divê mirov xeyalên kesî nekuje û piçûk nebîne. Nexasim jî bi zayendperestî nêzî wan kesan û xeyalên wan nebe. Mixabin wisa nêzî me bûn. Ruxmê hezkirina me ya ji xwendinê re jî em tim hatin astengkirin. Lê me dev ji hêrsa xwe û evîna xwe berneda. Weke evînên din hemûyan."