Xeyalên li ser bizina Banksy

Nûçeyên Çand/Huner

În 9 Tebax 2024 - 00:15

Aktivîst û hunermendê polîtîk Banksy ku kolanan kiriye cihwarê berhemên xwe herî dawî bi resmekî bizine yê li ser dîwar xêzkirî derket pêşberî şopînerên xwe. Hunermendê kolanan Banksy bi salane nasnameya xwe eşkere nekiriye û kes di derheqê wî de zêde tiştek nizane. Tenê tê zanîn ku ew li Ingilistanê ango Londonê dijî.

Banksy ji bo berhemên xwe bêhtir medyaya civakî bi kar tîne û gava berhemeke nû çêdike, di demeke kin de hemû dinya bi berhemên wî dihese. Wî berhema xwe ya dawî li Richmond a Londonê, li ser dîwarekî çêkir. Ji ber lingên bizinê çend kevir dipekin tên xwarê. Ji bo ku bizinê îşaret bike Banksy kamerayeke jidil jî bikaranî. 

Banksy vê berhema xwe ya nû bêyî sernavekî le ser hesabê xwe yê Instagramê parve kir. Ji lewma gelek kesî xeyala xwe ya di derheqê bizinê de anî ziman û şiroveyên pirr balkêş derketin holê. Hin ji van kesan bizina Banksy a li ser zinarekî şibandin mirovahiya ku niha ber bi tinebûnê ve diçe. Hin kesan jî hebûna kamerayê ya ku bizinê nîşan dide bi vî awayî şirove kirin; li cihê herî dûr jî êdî tiştekî veşartî tine ye. 

LONDON

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.