- Evelyn Tannus dibêje, “Ez senaryoyên xeyalî diafirînim.” Ev gotinên wê û gotinên wê yên li ser tecrîdkirina dîmen “Gava ez dîmenekî dibînim, ez peywenda wî ji bîr dikim û li nava gerdûna xwe bi cih dikim” hev du temam dikin û xurtiya hunerê wê ava dikin.
REWŞAN DENIZ
Evelyn Tannus hunermendeke şêwekariyê û peykersaziyê ya Brezîlî ye ku ji hunerê xwe re stîleke çîrokgotinê û nasnameyeke vîzuel a tikî tenê çêkiriye. Wê ji bo îfadekirina hunerê xwe seramîk neqandiye. Ew gelek caran îlhama xwe ji wêneyên kevin û bibîranînan digire, bi rengekî ji rengan ruh tîne bi berhemên xwe; tişta em dibînin têkilheviyeke îşaret bi deq û tatooyên kevin dike û nîşanên çandên cihê ne.
Ew li Weqfa Armando Alvares Penteado perwerde bûye û îro ji atolyeya xwe ya li paytexta Brezîlyayê São Paulo dixebite. Herçî berhemên wê de ji bilî Brezîlyayê li seranserê dinyayê hatine nîşandan: Li Design Week Milan û Art of Ceramics a li Spanyayê jî.
Evelyn Tannus bi xwe wiha behsa hêza xeyala xwe dike ya ku pê berhemên xwe çêdike: “Gava ez dîmenekî dibînim, ez peywenda wî ji bîr dikim û li nava gerdûna xwe [ya xeyalan] bi cih dikim.” Belkî jî ev awayê bicihkirina di dinyaya xwe de ya dîmenên derve dike ku Evelyn Tannus di warê hunerê seramîkê de hem li Brezîlyayê û hem jî li dinyayê navdar bibe.
Xeyal û heqîqetê têne cem hev
Bi koma berhemên xwe yên diyar e ji destê wê derketiye û nasnameya wê ya vîzuel a tekane, wê seramîk kir stûna esasî ya hunerê xwe. Me got, ew îlhama xwe ji wêneyên kevin û bibîranîna digire, lê gava ew vê dike, ew vê zindî û fîguratîf dike. Ew dihêle ku zarokatî û jinbûn bên cem hev, ew dihêle ku xeyal û heqîqet bên cem hev; û Evelyn Tannus peywendiyan datîne di navbera hunerê deqandinê, îlûstrasyon û gelek referansên qewmên cihê de.
Wê atolyeya xwe sala 2005´an vekiribû. Gava ku sala 2007´an ew hat neqandin da ku beşdarî pêşangeha hunerî ya Muzeya Hunerê Hevçax (MAM) li Salvador, Bahia ya li Brazîlyayê, derî li ber wê vebûn.
Du hunerên hezaran salî
Bi berhemên xwe yên ji bo pêşangeha “Deq û seramîk – Du hunerên hezaran salî” Evelyn Tannusê stîla xwe zexm kir. Wê nîşanên destan ên çanda rock’n’rollê bi seramîkê çêkirin û li ser wan jî deqên 13 hunermendên sereke yên Brezîlyayê xêz kirin. Ew nexasim jî bi van dîzaynên destan paşê gelekî daket.
Lê seramîkên wê yên ku kûçikan jî teswîr dikin, ne adetî ne. Ji bo van berhemên wê di pêşangeha DogArt a li Museu Brasileiro de Escultura (MuBE) wê xelat jî wergirt.
Yek ji berhemên wê jî bû berga kitêba Di seramîkan de huner (Book in Ceramics); weşanên Monsa ev kitêb li Spanyayê weşandibû û piştî wê, navdariya Evelyn Tannusê ji Brezîlyayê bihurî û li dinyayê belav bû.
Sala 2016´an hunermenda Brezîlî ya ku Lexusê ji bo bêqisûriyan di detayan de neqand, Evelyn Tannus bû. Berhemên wê di Lexus Art Tour de wê salê hatin nîşandan.
Hin berhemên wê li “Milan design week” ên sala 2017 û 2019´ê hatin nîşandan, hin berhemên wê jî li Maison & Objet ya li Parîsê.
Gava mirov berê xwe dide malpera wê ev gotinên hanê li ber çavên mirovî dikevin: “Ez senaryoyên xeyalî diafirînim. Ez deveran çêdikim, ez di wan de najîm, lê belê ez di xeyalê bi xwe de bûm.” Ev gotinên wê û gotinên wê yên li ser tecrîdkirina dîmen “Gava ez dîmenekî dibînim, ez peywenda wî ji bîr dikim û li nava gerdûna xwe bi cih dikim” hev du temam dikin û xurtiya hunerê wê ava dikin. Ji ber wê em di berhemên wê de stîleke weke ya nivîskarên kitêban dibînin: Vegotineke çîrokan a bi hunerê seramîkan.