CÛDÎ ÎBRAHÎM / ANF / KOBANÊ
Wênesaz Mêrdîn Ataş a 16 salî dibêje, “Bi rêya xêzkirina wêneyan ez êş û azara gelê xwe vedibêjim, dikarim bi rêya wêneyê çanda xwe ya Kurdî jî derxînim holê.”
Mêrdîn Ataş dibêje, "Bi rêya wêneyê ez dixwazim êşên xwe û êş û azarên gelê xwe derxînim pêş. Kêliya ku ez tabloyekê dineqişînim, ji bo min ew tablo dibe hevalê/a min ê/a herî nêz û weke ku her kêliyê bi min re diaxive. Dema ku ez wêne xêz dikim, dixwazim bi rêya wêneyê wan hestên xwe yên kûr derxînim derve. Wêneyên ku min neqişandine, li ser çanda Kurdî û kamerayê ye, ji ber ku hezkirina min ji wan re heye.”
Mêrdîn dibêje, divê jin dest ji xeyalên xwe bernedin û wiha dipeyive: “Jin divê xeyalên xwe pêk bînin. Pêwîstiya wênesaz bi axaftinê tine ye, ji ber ku wênesaz bi rêya tabloyê hestên xwe derdixe holê û mûzîkjen jî bi rêya stranên xwe xwe îfade dike. Zehmetiyên me yên di wêneyê de ew e ku alav biha ne û zêde peyda nabin. Ez bang li her ciwanê/î dikim da ku xwedî li hêvî û xeyalên xwe yên zarokatiyê derkeve.”