Xeta azadiya jinê neqişandin

Nûçeyên Jin

Duşem 21 Tebax 2023 - 16:19

HPG’ê nasnameya gerîlayên li Bagokê şehîd bûne eşkere kir û got, “Hevrêyên me Gulbahar, Eylem û Dîcle li qadên herî zehmet kar kirin û bi vê taybetmendiya xwe bûn mînaka gerîlatiya serdema nû ya YJA Starê.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “4’ê Tebaxa 2023’an li çiyayê Bagokê yê li Mêrdînê di êrişa dijmin de fermandara YJA Starê ya pêşeng hevrêya me Gulbahar û milîtanên fedaî yên Apoyî hevrêyên me Eylem û Dîcle şehîd bûn.

Hevrêyên me Gulbahar, Eylem û Dîcle ku her yek ji wan milîtaneke fedaî ya Apoyî bû, di nava têkoşîna me ya azadiyê de demeke dirêj bi sekn, tevlîbûn û kûrbûna xwe ya li ser felsefeya azadiya jinê ya Rêberê me bûn mînak. Van hevrêyên me yên hêja xeta azadiyê ya PKK û PAJK’ê, îdeolojiya rizgariya jinê, heqîqeta jinê ya azad û pîvanên wê di kesayetiya xwe de neqişandin, di her karî de bi rengekî fedaî tevlî bûn û bûn pêşeng. Hevrêyên me Gulbahar, Eylem û Dîcle li qadên herî zehmet yên herî zehmet bi cih anîn û bi van taybetmendiyên xwe bûn mînaka gerîlatiya serdema nû ya YJA Starê.

Em sersaxiyê dixwazin ji malbatên hevalên xwe yên şehîd ên hêja, ku milîtanên bijarte yên mîna hevrê Gulbahar, Eylem û Dîcle tevlî nava têkoşîna azadiyê ya gelê me kirin, bila serê tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be.”

Agahiyên li ser nasnameya şehîdan jî wiha ne:

Gulbahar Mercan (Şekîrnaz Kaplan) a li Bedlîsê hatiye dinê, keça Mîran û Îskan.

Eylem Mûnzûr (Emîne Kaplan) a li Êlihê hatiye dinê, keça Dîlber û Cengîz.

Dîcle Eylem (Leyla Gulcu) a li Amedê hatiye dinê, keça Ayten û Alaattîn.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.