Xelkê Mexmûrê li ber xwe dide

Pêncşem 1 Hezîran 2023 - 13:56

Xelkê wargeha Mexmûrê ev 14 roj in ku li ber xwe dide, her wiha leşkerên Iraqê jî bi israr in ku dorê li wargehê bi têlan bigire.

Xelkê wargeha penaberan a Mexmûrê di bin konên berxwedanê de heya siharê nobetê digire û dibêje, ev berxwedan wê dewam bike.

Hêjayî gotinê ye ku Artêşa Iraqê di 20’ê Gulanê de xwest derdora Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi têlan bigire. Hêzên Iraqê bi çekan êrişî xelkê wargehê kir û xelkê jî bi keviran bersiva wan da. Di encama gulebarana Artêşa Iraqê de ciwanê bi navê Ehmed Emer Mijînî birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyê.

Fetisandina xelkê ne qanûnî ye

Endamê Encûmena Navçeya Başîqa û Serokê Rêxistina Dadwerî ji bo Mafên Hindikahiyan, Hisên Zeynel Elî bal bire ser hewldana artêşa Iraqê ya dorgirtina li wargeha Mexmûrê û got, “Mafê ti hikûmetekê nîne, zilm û zordariyê li kampeke penaberan bike. Hewldana hikûmeta Iraqê ya bi avakirina xendek, bilindkirina axê, dorpêçkirin û fetisandina xelkê wargehê ya bi hinceta rewşên ewlehî, tê wateya binpêkirina hiqûqa navneteweyî. Hincetên tên diyarkirin, derveyî hiqûqa navneteweyî ne.”

Ew ê bibe felaket

Parlamenterê serbixwe yê Iraqê Mihemed Enûz, derbarê planên dewleta Tirk ên li dijî Wargeha Penaberan a Mexmûrê de hişyar kir û got, “Tê pêşbînîkirin ku berdewambûna pîlanên li ser Mexmûrê, karesateke rasteqînî bi xwe re bîne. Pîlana dewleta Tirk a dagirker yên piştî serketina Tayyîp Erdogan ew e ku bi hevkariya aliyên siyasî yên li Hewlêrê, hêz û bandora xwe li nava Iraq û Sûriyeyê berfireh bike. Ji ber ku rewşa niha ya xelkê wargeha Mexmûrê şahidiyê dike, parçeyek ji vê pîlanê ye. Heger aliyên peywendîdar, li pêşiya pêkanîna vê pîlanê ranewestin, ev pîlan wê pêk were.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.