Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê doh xwepêşandaneke girseyî li dar xist û bang kir da ku Rêber Abdullah Ocalan fîzîkî azad bibe û êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê jî şermezar kirin.
Şêniyên Reqayê, endamên saziyên sivîl û leşkerî û partiyên siyasî li Qada Agirkujê ya li naverasta Reqayê kom bûn û wêneyên Ocalan û pankartên ji bo daxwaza azadiya Ocalan hilgirtin. Wan bi pankart û peyamên xwe dewleta Tirk a dagirker jî şermezar kir.
Xwepêşandanê li Stada Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li naverasta bajêr dest pê kir. Her wiha xwepêşandêran bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir da ku ji bo sûcên dewleta Tirk û topbarana dewamî ya li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye cidî bixebitin.
Endama Meclisa Malbatên Şehîdan, Hêvî Îsmaîl got, heger ne ji şehîdan bûya, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye ji DAIŞ'ê rizgar nedibûn.
Li ser navê Komîteya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan, şaredarê Keramê, Feysel El-Bêrem êrişên dagirkeriya Tirk û bêdengiya navneteweyî şermezar kir. El-Bêrem got, “Êrişên vê dawiyê li dijî Şengalê li ber çavê artêşa Iraqê pêk hatin û ev destnîşan dike ku qirkirineke bi qest li dijî gelê me tê kirin. Ya ji wê hovtir jî, nexweşxane, cihên giştî hedef tên girtin û li dijî şêniyên me yên li Efrînê sûcên herî hovane tên kirin.”
El-Bêrem bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir da ku helwêsteke cidî li hemberî dagirkeriya Tirk nîşan bidin. Feysel El-Bêrem piştrast kir ku divê gelê Sûriye bibe yek da ku Sûriyeyeke azad a demokratîk, pirrengî û nenavendî ava bibe.
ANHA/REQA