Xelkê dixwaze vegerin zêde dibe

Sêşem 1 Cotmeh 2024 - 00:48

Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihandibû ku ew amade ye, sûriyeyiyên ji Lubnanê vedigerin li herêmên xwe pêşwazî bike. Nûnerê rêveberiyê yê li Lubnanê Ebduselam Ehmed der barê tedbîrên ku nûnertiyê li Lubnanê girtine de wiha axivî:"Em navên wan qeyd dikin. Heta niha detayeke zelal têkildarî hejmara kesên ji Lubnanê derketine li ber destê me nîne. Lê hin dibêjin nêzî 2 milyon penaber in."

Her wiha Ehmed destnîşan kir ku datayeke fermî yan jî zelal têkildarî hejmara welatiyên herêmê yên li Lubnanê dimînin jî li ber destê wan nîne û got:"Gelek ji wan derbasî Lubnanê dibin, ji bo ku biçin Ewropayê. Ji ber wê piştî em serjimariyê çêdikin, derdikeve holê ku gelek malbat çûne Ewropayê. Agahiyên li ber destê me vedigerin serjimariya ku sala 2019`an çêbûye û li gorî wê hejmara penaberan tenê 30 hezar e."

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.