Navenda Çavdêriyê ya Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku li Sûriyê hêjmara kesên di erdhejê de li Sûrî mirine, gihîştiye 5 hezar 417´an û bi hezaran kes jî birîndar bûne. Li gorî vê;
Li herêmên di bin kontrola rejîma Sûriyê de 2 hezar û 63 kes mirine.
Li herêmên ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ne, hejmara kesên di erdehejê de mirin bû 3 hezar û 349. Di nava vê hejmarê, hejmara kesên ku xizmên wan ew veşartine, nîne.
Ji Tirkiyê 1.460 cenaze çûn Sûrî û Rojava
Li aliyê din, cenazeyê kesên ji Sûriyê yên ku di erdhejê de li Tirkiyê mirin, tên veguhestin. Hejmara cenazeyên ku ji Tirkiyê birine Sûrî hezar û 460 e. Li gorî çavkaniyên SOHR’ê, ji deriyê Bab El Hewa hezar û 334 cenaze, ji deriyê Bab El Selama 121 cenaze û ji deriyê Cerablusê jî 5 cenaze hatine veguhestin.
Dibe ku hêjmar ji 7 hezarî derbas bike
Ji ber şerê di navbera aliyan de, cenazeyên wan kesên li Tirkiyê di erdhejê de mirine, derbasî herêmên di bin kontrola rejîmê nehatine kirin.
Li aliyê din ji ber ku hîna jî di bin xirbeyan de bi sedan kes hene, tê diyar kirin ku hejmara Sûriyeyiyên ku di erdhejê de mirine, ji 7 hezar kesan derbas bike.
Xebatên rizgarkirinê sekinîn
Çavkaniyên SOHR’ê ragihandin ku li herêmên dagirkerî de ne, hîn negîhîştine çend gund û navçeyan. Piştî ekîbên rizgarkirinê gîhîştin wir û demeke kurt, xebatên lêgerînê yên di bin xirbeyan de hatin sekinandin. Piştî felaketa erdhejê ku 9 roj derbas bûne, êdî hêviya kesên sax ji bin xirbeyan werin derxistin nemaye.
Li Idlibê gundiyan xizmên xwe derxistin
Hêjayî gotinê ye, li Idliba dagikirî de 21 gund jî di navê de, li dehan gundan, beriya ku ekîbên rizgarkirinê bigihîjin wan, gundiyan xizmên xwe ji bin xirbeyan derxistibûn û miriyên xwe veşartibûn.
NAVENDA NÛÇEYAN