Xelkê bibin ser sindoqan

Nûçeyên Dîaspora

Çarşem 3 Gulan 2023 - 01:38

  • Li Karsruhe û Mainzê rêjeya dana dengan hîna pirr kêm e, lê dilxwazên Partiya Çep a Kesk xwedî hêvî û îdîa ne ku ew ê rêjeya dengên partiya xwe zêde bikin.  

LEYLA AKARSU/KARLSRUHE/MAINZ

 

Li derveyî Tirkiyeyê heta doh bêhtirî 700 hezar dengî hatin dayîn. Yanî rêjeya bikaranîna dengan hîna nû ji sedî 20’ê bihurî. Li derveyî Tirkiyeyê 3.5 milyon hilbijêr hene û wê li gelek deverên Ewrûpayê heta 9´ê Gulanê karibin dengê xwe bidin, li hin deveran jî roja dawî 7´ê Gulanê ye. 

Li Elmanya, Fransa, Danîmarka û Luksemburgê ev 7 roj in deng tên dayîn. Li Holanda, Swîsre, DYE, Awustralya, Belçîka, Ingilîstan, Norwêc, Yewnanistan û Kanadayê jî dengdanê 29´ê Nîsanê dest pêkiribû û 7´ê Gulanê bidawî dibe. Li Swêd û Fînlandiyayê dengdan di roja 3´yan de dewam dike. Li Çekya, Îtalya, Lehistan û Romanya jî îro dengdan dest pê dike.

 

Bi malbatî dengê xwe dan

Selîm Ozkan ê Şirnexî, ev 34 sal in li Elmanyayê dimîne. Selîm Ozkan ji bajarê Offenburgê tevî hevjîna xwe û tevahiya xizmên xwe çûye dengê xwe bide. Ew jî cara pêşî ye ku dengê xwe wê bide. Ew dibêje, “Ji bo ku li welatê xwe bijîm û ji bo ku her kes ji mafên wekhev sûdê wergire, ez raya xwe didim Yeşil Sol Partiyê. Kılıçdaroglu jî bila zanibe, heger bê hilbijartin, ew bi saya serê partiya me ye. Bila xwe li daxwazên gelê Kurd kerr û kor neke.”

Fatma Sakalikaba ya 75 salî jî ji Bazarcixê ye. Ew jî ji Freiburgê ye. Li ser dengdanê dibêje, “Min raya xwe da Yeşil Solê, ji ber ku ez bawer dikim bi wan wê her tişt xweştir be. Hêviya ji partiya min û baweriya ez pê tênim hîna zindî ye. Lazim e ji bo siberoja azad a ciwanên me, em sindoqan bêxwedî nehêlin û em biçin dengê xwe bidin.”

 

Meseleyeke wicdanî ye

Li bajarê Elmanyayê Karlsruheyê, li cihê dengdanê yê konsolosxaneyê, Leyla Duran muşahideke ku mafê wê heye îtîrazê bike. Ew dibêje, bi saziyên Elewiyan re hevpar ew kar dikin û wiha dipeyive: “Di hilbijartinên beriya niha de li vir hejmara hilbijêran 88 hezar bû. Ev hejmar bû 96 hezar. Ji bo ewlekariya sindoqan em 5 muşahid li vir in. Hevalên me li gorî hejmara sindoqan tên. Em kesên nexwş, kal û pîran, dayikên bi zarok, bi wesaîtên şexsî tînin ser sindoqan.”

Leyla Duran dibêje, dengdan meseleyeke wicdan û heqan e, ji ber wê jî wê dengê xwe daye: “Paradîgmaya jinan a di partiya me, ji ber ku partiya me wekhev helwêstê nîşanî tevahiya dîn, ziman û gelan dibe, min dengê xwe da Yeşil Sol Partiyê”. 

Ayten Kurt a ji Dêrsimê jî ev 25 sal in li Ewrûpayê dimîne. Ew jî weke xebatkara ser sindoqan a dikare îtîrazê bike dixbeite. Ew dibêje, “Li sindoqa Karslruhe 2018´an 6 hezar deng ji HDP´ê re derketibûn. Niha armanca me ew e ku em tevahiya hilbijêrên xwe bibin ser sindoqan û bikin ku dengê xwe bidin. Min dengê xwe da Yeşil Solê”.

Wê xwest ew kesên ku mafê wan ê dengdanê nîne jî li hilbijêrên li derdora xwe bibin ser sindoqan.

 

Her kesî dibin ser sindoqan

Li konsolosxaneya Tirkiyê ya bajarê Mainzê jî dengdan dewam dike. Hejmara hilbijêran li vir 58 hezar e. Umut Çelik di Koordînasyona Hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk (Yeşil Sol Parti) de ye. Ew dibêje, “Em niha ji Russelsheim, Wiesbaden, Mainzê minîbusan organîze dikin û hilbijêran dibin ser sindoqan. Li Russelsheimê minîbus saet di navbera  09:00 û 20:00´an de ji Rüsselshem Bahnhofê û Dicke Buschê xelkê me dibe ser sindoqan. Heger hin kes karibin bi wesaîtên xwe alîkariya me bikin, em ê mesrefên wan ên sotemeniyê jî bidin. Û gava hûn biçin dengdanê illehî hin kesên din jî bi xwe re bibin da ku dengê xwe bidin.”

 

Rojê 5 seferan dike

Ayhan Aldanmaz hunermedekî dawetan e û li Mainzê dimîne. Ew di tevahiya pêvajoya hilbijartinê de tevlî xebatên hilbijartinê bûye. Niha jî hilbijêran dibe ser sindoqan. Gava ku me nûçe hazir dikir, wî sefera xwe ya 4´an bi dawî kiribû û diçû koma pêncan bîne. Aldanmaz got ew ji 27´ê Nîsanê ve xelkê dibe ser sindoqan û wiha dewam kir: “Her du rojên pêşî xelk kêm bû, lê paşê zêde bû. Ez nexweş, kal û pîr û malbatên li derdora Russelsheim, Groß Grau, Butelborn û Mainzê dibim ser sindoqan û piştî ku wan raya xwe da, wan dîsa dibim malên wan. Min heta niha bêhtirî 60 hilbijêrî anîn. Rojê 4 ta 5 seferan dikim. Van rojên pêşiya me wê sefer zêde bibin. Kesên ku derfetên wan nînin, bila telefonî me bikin, em ê wan ji malên wan bibin ser sindoqan û piştre wan dîsa bibin malên wan”.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.