- Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Seîd Senendecî got, ji bo çareseriyeke mayinde berpirsyariyên dîrokî dikevin ser milê partî û saziyên siyasî yên li Rojhilatê Kurdistanê. Bi ya wî yekîtî û stratejiyeke hevpar ferz e.
Çalakiyên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li gel êrişên hêzên rejîmê, dewam dikin. Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Seîd Senendecî demeke dirêj di nava Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê [ya Rojhilatê Kurdistanê] kar kiriye. Ew têkildarî serhildan û serketina çalakiyên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji ANF’ê re axivî.
Senendecî qala destpêkirina serhildanê kir û got; "Piştî ku ‘polêsên hîcabê’ Jîna Amînî qetil kir, 17’ê Îlonê xwepêşandanan dest pê kir û gelek xwepêşandêr hatin destgîrkirin. Piştre 18’ê Îlonê li Seqiz çalakiyan dewam kir. Bi vê yekê re li bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê raperînê dest pê kir, vê jî bandoreke zêde li seranserî Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kir."
Yekîtiya gelan dikare rejîmê têk bibe
Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Seîd Senendecî got, xala esasî ji bo dewamkirina vê serhildanê ew e ku divê neteweyên bindest ên li ser erdnîgariya siyasî ya Îranê, li dijî pergalê bibin yek: “Ev yek xala herî zêde li nava xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê belav bûye. Nimûne, ciwanên Sine di bangewaziyeke xwe ya 7’ê Kanûnê de gotibûn; ‘Divê 7’ê Kanûna îsal bibe xala piştgiriya bi tevgereke neteweyî ya yekdeng û avakirina hevkariyê ya di navbera tevgerên cuda yên civakî de.’ Her wiha ciwanên Ehwazê jî piştî greva giştî gotibûn, bi yekîtiya civakî ew dikarin pergala heyî hilweşînin. Dîsa li gelek bajarên din bi heman rengî daxuyanî hatin dayîn. Ji bo wê yekgirtî û yekrêziya gelên Îranê di vê serhildanê de dikare vê sîstemê têk bibe."
Ev serhildan ne weke yên berê ye
Senendecî bal bire ser serhildanên berê li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê jî û got; “Li Îranê berî vê serhildanê, 3 serhildanên din hatibûn kirin. Li gorî min serhildana 2022’an heta astekê têkilî bi serhildanên 2017 û 2019’an re heye. Ev her du serhildan nêzî hev in, lê ji serhildana 2009’an cihê ne. Ez dikarim cihêtiya wan wiha destnîşan bikim;
Dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’
Dirûşmeya xwepêşandana îsal li gorî pêkhateyên cihê yên ku dirûşmeyên her sê serhildanên pêşî, bi temamî redkirina Hikûmeta Komarî ya Îslamî bûn; bi wateyeke din têkbirina sîstema mêrsalarî û ayînî bû. Dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ îro li pêş van hemû dirûşmeyên berê ye.”
Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Seîd Senendecî qala çawanî û şêwazê serhildana ‘Jin jiyan azadî’ kir û got; “Li Kurdistanê dest pê kir. Piştî qetilkirina Jîna Amînî ya li ber Nexweşxaneya Kesray a Tehranê xwepêşandan bi sînorkirî dest pê kir. Serhildana destpêkê li bajarê Seqiz piştî merasîma veşartina cenaze destpê kir û belavî hemû Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bû. Xwepêşandanên berê di warê erdnîgarî de sînordar bû, tenê beşek ji bajarên Îranê tevlî bûn.
Jin di serhildanê de pêşeng in
Tevlîbûna xurt a jinan daxwaza azadiyê ya li hemû kolanan, weke serqotkirin yanî ji serê xwe kirine hîcabê û şewitandina wê, heta gihişte por birrînê, bû yek ji xalên geş û gurkirina serhildanê, û asta nerazîbûnê bilind bibe. Heta astekê ev serhildan weke serhildana jinan li dijî kevneperestî, mêrsalarî derket holê û ev yek jî bû yek ji xalên ji serhildanên berê cuda.
Yek ji cudabûna vê serhildanê çalakiya grevê ye; grev li gorî her sê serhildanên din wiha xurt nebû. Serhildana îsal bi grevên giştî li Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir. Li gel serhildanê karkerên saziya pîşesaziya neftê, çend sazî û dezgehên din li bajar û bajarokên li Îranê jî tevî grevê bûn.
Di asta cîhanî de gelek hunermend û werzîşvanên navxwe, piştevanî da serhildanê. Her çendî sala 2009’an jî piştevanî hebû, lê asta piştevaniya cîhanî ji bo vê serhildanê zêdetir e.
Tevlîbûna xwendekarên zanîngehê di vê serhildanê de li gorî serhildanên berê pirr xurttir e. Di vê çarçoveyê de gelek xwendekar jî hatine binçavkirin.”
Her wiha di nava vê serhildanê de gelek pêk hate û çînên cuda li gel nifşê nû û dîsa ciwanên nûgihayî jî cihê xwe digirin. Yek ji xalên esasî ew e ku xwepêşander bi xwe rêveberiya çalakiyên xwe dikin.
Netewe hew vê zilmê qebûl dikin
Komara Îslamî welat ji bo pêkhate û neteweyên cihê yên li ser wê erdnîgariyê hemûyan, xistiye rewşeke welê, welat bûye mîna girtîgeheke servekirî. Bi taybet tundiya li ser jinê her diçe zêde û berfireh dibe. Êdî ev rewş ji aliyê neteweyên Îranê nayê qebûlkirin.
Di vê qonaxa hestiyar ya li Rojhilatê Kurdistanê de, ji bo çareseriyeke mayînde, berpirsyariyên dîrokî dikevin ser milê partî û saziyên siyasî yên li Rojihilatê Kurdistanê. Ew jî yekîtî û stratejiyeke hevpar e."
NAVENDA NÛÇEYAN