Xelk ji şerê şoreşgerî re hazir e

Yekşem 31 Tîrmeh 2022 - 21:39

  • Li navçeya Til Koçerê, li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xerlk daket meydanan. 

Li navçeya Til Koçerê, li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xerlk daket meydanan.

Xelkê got, ew ê li ser bingehê şerê gel ê şoreşger li hember dagirkeran bisekine.

Dewleta Tirk a dagirker, êrişên xwe ji bo berferehkirina dagirkeriya xwe li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dewam dike. Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê, Yekitiya Jinên Ciwan û xelkê Til Koçer a ser bi kantona Qamişloyê, doh xwepêşandanek li dar xist.

Xwepêşander ji Dibistana Şewafe ya li bakurrojavayê navçeyê dest bi meşa xwe kir. Ew di kolanên sereke yên naçveyê re çûn. Di xwepêşandanê de sloganên li dijî dagirkeriya Tirk û yên piştevaniya hêzên leşkerî yên parastina herêmê dikin, hatin gotin.

Destûrê nedin balefiran 

Xwepêşander li pêşiya Şaredariya Gel a navçeyê rawestiyan, li wir endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê Mistefa Şiblî axivî û êrişên artêşa Tirk a dagiker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin. Şiblî her wiha destwerdanên dewleta Tirk a faşîst li herêmê û hedefgirtina welatî û fermandarên li dijî çeteyên DAIŞ`ê şer kirine, şermezar kir.

Şiblî bang li civaka navneteweyî, sazî û rêxistinên navneteweyî kir da ku li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker xwedî helwêst bin û qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li firrînê bigirin.

Mistefa Şiblî her wiha got, ew ê li gorî rêgezên şerê gel ê şoreşgerî, têkoşînê xurt bikin.

Xwepêşandan bi sloganên banga qewitandina dagirkeriya Tirk ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin, bi dawî bû. 

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.