• Li Helebceyê xelkê ji bo bibîranîna qurbaniyên kîmyabarandina bi ser bajêr de merasîm li dar xist û bang li rayedaran kir da ku erkên xwe bi cih bînin û sozên pûç û vala nedin. Gelek aliyan jî banga yekîtiya neteweyî kir ji bo pêşîgirtina li komkujiyan.

Di ser êrişa 16´ê Adara 1988´an re 33 sal bihurîn. Lê birînên mexdûr, qurbanî û malbatên wan nekewiyane. Merasîma salvegera 33´yan a bibîranîna qurbaniyên kîmyabarana Helebceyê de bi hezaran welatî hazir bûn, lê ti berpirsekî payebilind ê hikumeta Hewlêrê amade nebû. Malbatên qurbaniyan diyar kirin ku ew ti sozên vala naxwazin.

Di merasîma bibîranînê de malbatên qurbaniyan, nûnerên sazî û rêxistinan û berpirsên hikûmî beşdar bûn. Merasîmê bi meşeke girseyî doh sibehê dest pê kir.

Di merasîma bîranîna qurbaniyên Helebceyê de, ne serokwezîrê Herêma Kurdistanê, ne serokê Herêma Kurdistanê û ne jî berpirsekî din ê payebilind yê Hikûmeta Başûr amade bû.

Welatiyê bi navê Mam Hejar ku bi ala YPG’ê tevlî merasîmê bûbû, bala xelkê kişand ser xwe. Mam Hejar ji Silêmaniyê bi bisiklêta xwe ya ala YPG û YPJ’ê li ser, ber bi Helebceyê ve bi rê ketibû. Mam Hejar li Helebceyê bi xelkê Helebceyê re tevlî merasîma bibîranînê bû.

Helebce sozên pûç û vala naxwaze

Piştî ku xelkê Helebce gihişt ser Şehîdgehê, sazî û rêxistinan deste gul danîn ser gorên qurbaniyan. Li vir, li ser navê malbatên qurbaniyên Helebceyê, daxuyaniyek hat xwendin.

Qurbaniyan got, hikpmetên hatin avakirin, Helebce kirine qurbanî û weke parêzgehekê lê temaşe nakin. Di dewamê de hate diyarkirin ku gelek proje hene heta niha jî nehatine temamkirin.

Qurbaniyan bang li hikûmeta Başûr û ya Bexdayê kir da ku daxwazên Helebceyiyan bixin bernameya xwe û weke parêzgehekê wê bibînin. Di dewama daxuyaniyê de hate gotin; “Helebce dirûşme û sozên pûç û vala, naxwaze. Helebce rastî, bicihkirina biryaran, dermankirina birîndaran û zanîna bi aqûbeta zarokên wenda dixwaze.”

Li Başûr bibîranîn

Li Germiyanê karmend û endamên Rêveberiya Germiyanê ji bo bibîranînê rêz girtin û piştî rêzgirtinê, Rêveberê Îdareya Germiyanê Celal Nurî bal kişand ser kîmyabarana Helebce.

Li ber qaymeqamiya navçeya Kelarê jî qurbaniyên kîmyabaranê bi merasîmekê hatin bibîranin. Li navçeyê, çend kêliyan çûnûhatina li nava navçeyê jî hat rawestandin.

Li Kelarê şaxên Hizba Komunîsta Kurdistanê (Hizba Şîu) û Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) li ber avahiyên xwe merasîm li dar xistin.

Li Amedê berpirsên qirkirinê hatin şermezarkirin

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê, bi minasebeta salvegera kîmyabarandina bi ser Helebceyê de li Parka Hazal a Yenîşehîrê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta "Me Helebce ji bîr nekir, em dê nedin jibîrkirin" hat hilgirtin. Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Semra Guzel û Dêrsîm Dag jî beşdarî daxuyaniyê bûn.

Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Amedê Îrfan Soner komkujî û berpirsên wê şermezar kirin: “Dewletên zirhêz jî bêdeng man ji ber ku yên ku hatibûn qetîlkirin, Kurd bûn. Em van komkujiyan şermezar dikin û yên ku ev qetlîam kirî, dawiya wan dê wek Sedam be.”

Parlementera HDP’ê Semra Guzel jî got: “Sedam ê ku ev qetlîam pêk anî jî hêza xwe ji dewletên navneteweyî girt. Bi van qetlîaman dixwazin Kurdan tune bikin. Lê belê hûn nikarin hebûn û nasnameya me tine bikin.”

Tifaqa Kurdistanê: Qirkirin dewam dike

Komxebata Tifaqa Kurdistanî bi wesîleya Komkujiya Helebceyê daxuyaniyek da û got, Komkujiya Helebceyê îro jî li Kurdistanê dewam dike û li dijî komkujî û êrişan banga yekîtiyê li rêxistin û partiyên Kurd hat kirin.

Komxebatê li Navenda Giştî ya PDK-T’yê ya li Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Rêveberê PDK-T’yê Ozan Kardaş û rêveberê Partiya Azadî Cemal Sati daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de bangayekîtiya miletê Kurd derket pêş: "Dîrokê daye xuyakirin ku kesên xwestine têkoşîna azadiya Kurdan bi qetlîam û komkûjiyan tine bikin, ew bi xwe tine bûne. Em bang li gelê Kurd hemûyî li çar parçeyên Kurdistanê, li rêxistin û partiyan hemûyan dikin da ku li dora yekîtiya neteweyî bicivin. Tevî vê bangewaziyê em qetlîamên Enfal, Helebce, Roboskî û bi dehan qetlîamên din lanet dikin û em dê ti caran qetlîama Helebceyê û qetlîamên din ji bîr nekin.”

Komeleya Mafê mirova (ÎHD) û Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) jî bi daxuyaniyên xwe qurbaniyên kîmyabarana Helebceyê bi bîr anîn.

NAVENDA NÛÇEYAN