Xelatên Mûsa Anter hatin dayîn

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 22 Îlon 2021 - 01:01

  • Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemenîya Azad ya 28’an bi merasîmekê hatin dayîn.

Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemenîya Azad ya 28’an bi merasîmekê hatin dayîn.

Rojnameya Yenî Yaşamê, Xelatên Rojnamevanîyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemenîya Azad ya 28’an bi merasîmê li Navenda Çandê ya Cemîl Candaş a navçeya Şîşlî ya Stenbolê dan. 

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, parlementerên HDP’ê Alî Kenanoglû, Mûsa Pîroglû, Parlementerê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû, Serokê Giştî yê EMEP’ê Ercument Akdenîz, Serokê Giştî yê DÎSK Basin Îşê Farûk Eren, Dayikên Şemiyê, nûnerên Kongreyya Demokratîk a Gelan (HDK), MATÛHAY-DER, ANYAKAY-DER, ÎHD’a Stenbolê, gelek nûner û rêveberên rêxistinên çapemeniyê û yên civaka sivîl tevlî merasîmê bûn. 

Li hola merasîmê, wêneyên Mûsa Anter, Gûrbetellî Ersoz û rojnamevanên di têkoşîna çapemeniya azad de jiyana xwe ji dest da, hatin daliqandin. 

Ev berdêl ji bo aştî û azadiyê bû

Paşê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar axivî. Sancar, kedkarên çapemeniya azad silav kirin û got, “Ji ber ku di nav we de me, ev yek ji bo min cihê şanazî û serbilindiyê ye. Ev xelatên li ser navê Apê Mûsa, serpêhatiyeke pirr girîng e. Min Apê Mûsa û hin şehîdên çapemenîya azad nas kirin. Xemgîn im ji bo van mirovên ku min xebera mirina wan bi dilekî şewat bihîst. Yek ji berpirsiyariyên me yên herî mezin jî em vê têkoşîna ku wan ji me re hiştiye, bidomînin. Têkoşîna aştî û demokrasiyê, di konên herî qewî yên vê serpêhatiyê de cih digire. Ev berdêl û ked, ji bo aştî û azadiyê bûn. Bêyî heqîqetê edalet, bêyî edaletê heqîqet ne pêkan e.” 
 Piştî axaftinan hunermendên Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) çûn ser dikê. 

 Xelat piştî konserê hatin dayîn.

Kê xelat wergirtin

Kesên hêjayî xelatê hatibûn dîtin, beriya merasîmê hatibûn eşkerekirin. Di warê “Nûçeya Kurdî” de xelata yekemîniyê ji bo nûçeya bi sernavê “Ji rûpelên dîrokê 2 stran û helbesteke derbarê kurdan de” dan edîtorê serwîsa Kurdî ya Ajansa Mezopotamyayê (MA) Kadrî Esen. Sema Çaglak jî ji bo nûçeya xwe ya bi sernavê “Lutfiye Gokkan ji bo me hem rêber hem mamoste hem jî dayik bû” xelata juriyê ya taybet wergirt. 

Di beşa karîkaturiyê de juriyê xelata yekemîniyê da Musa Keklîk û Fahriye Çitakliyê. Saît Mûnzûr jî xelata juriyê ya taybet a karîkaturê wergirt. 

Xelata Rûmetê ya Xelatên Rojnamevaniya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad jî îsal dan Malbata Şenyaşar. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ji bo edalet ji bo hevjînlê û 2 kurên wê yên ku xizmêîn parlamenterê AKP´ê Halil Ibrahim Yildiz qetil kirin, pêk bê, nobeta edaletê li ber avahiya edliyeya Rihayê digire.

MA/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.