Parlamena Ewrûpayê roja Pêncşemê, Xelata Azadiya Fikrî ya Sakharovê da jina Kurd a ciwan Jîna Amînî ya ku hêzên rejîma Îranê yên ferzkirina hîcabê ew qetil kir, û tevgera jinan a li Îranê ya 'Jin jiyan azadî’.”
Seroka Parlamena Ewrûpayê Roberta Metsola got, "Jîna Mahsa Amînî 16'ê Îlona 2022’yan ji ber ku serê xwe nenixumandiye ji aliyê polêsan ve hate girtin û piştî sê rojan bi rengekî hovane hate kuştin. Ev yek bû serdemeke diyarker."
Metsola got, "Vê bûyerê tevgerek bi pêşengiya jinan da destpêkirin ku cihê xwe di dîrokê de girt. Dirûşma 'Jin jiyan azadî' li Îranê veguherî qîrînekê ku her kesê daxwaza wekhevî, rûmet û azadiyê dike li dora wê kom bibe."
Xelata Azadiya Fikrî ya Sakharov ji sala 1988'an û vir ve ji aliyê Yekîtiya Ewrûpayê ve tê dayîn.
STRASBOURG