Xelata namûsa bi rastî

Nûçeyên Jin

Duşem 10 Gulan 2021 - 05:31

Psîkologekê ji ber xebatên xwe yên heyatî yên bi armanca bidawîkirina şideta qaşo ji ber ´namûsê´ û destekkirina mexdûr û saxfilitiyan, xelat wergirt. 

Dr Roxanne Khan, ji Zanîngeha Central Lancashire (UCLan) ye. Wê Honour Abuse Research Matrix (Matrîksa lêkolîna Xirabbikaranîna Namûsê - HARM) damezrandiye. Wê xelata taybet a naskirina desteka akademîk ji bo bidawîkirina xirabbikaranîn û şideta qaşo ji ber ´namûsê´ a bi navê "True Honour Awards 2020-21" (Xelata bi rastê ya namûsê 2020-2021) wergirt. 

Dr Khan piştî wergirtina xelatê got, ji bo wê rûmetek e ku hêjayî xelatê hatiye dîtin. Rêxistinên mafên jinan ên Îranî û Kurd xelatê didin û armanca wan parastina jinên di tehlûkê de yên li Rojhilata Navîn û Efxanistanê ye.

LONDON

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.