Xelat li Stuttgartê tên eşkerekirin

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 1 Tebax 2022 - 22:24

  • Xelatên Çalakiyên Helbest û Çîrokan ên Huseyîn Çelebî di 2’ê Cotmehê de li Stûttgartê wê bi merasîmekê werin dayîn.

Xelatên Çalakiyên Helbest û Çîrokan ên Huseyîn Çelebî di 2’ê Cotmehê de li Stûttgartê wê bi merasîmekê werin dayîn.

Çalakiyên Helbest û Çîrokan ên Huseyîn Çelebî îsal wê cara 29´an li dar bikevin. Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) û Yekîtiya Xwendekarên Jin ên Kurdistanê (JXK) çalakiyan li dar dixin û wê di 2’yê Cotmehê de li bajarê Elmanyayê Stûttgartê xelatan bi merasîmekê bidin. YXK şorşegerê Kurd Huseyîn Çelebî yê di Cotmeha 1992’yan de li Heftenînê di êrişekê de şehîd bû, bi bîr tîne.

Heta 14’ê Tebaxê dem heye ku hûn berhemên xwe bişînin. Herî zêde bi du helbest û kurteçîrokan ên bi zimanê Kurdî (Kurmancî û Kirmanckî) Tirkî û Elmanî berhem dikarin werin şandin. Kesên dixwazin beşdarî çalakiyê bibin dikarin bi rêya e-mailê berhemên xwe ji huseyincelebi2022@protonmail.com re û bi rêya posteyê jî ji navnîşna li jêr re bişînin:

Postfach 15 01 32 70075 Stuttgart 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.