Xelat dan polêsê kujer

Sêşem 5 Îlon 2023 - 00:06

Li polêsê bi navê Hakan Avci ku li Amedê bi wesayîta zirxî li endezyar Cîhan Can xistibû û qetil kiribû, 21 hezar û 200 TL cezayê pereyan hate birîn.  

Di sala 2019’an de polîsê bi navê Hakan Avci bi otobûsa bizirx li endezyar Cîhan Can xist û qetil kir. Têkildarî mijarê bi sedema “Ji ber qisûra xwe bûye sedema mirinê” doz hate vekirin. Rûniştina dozê li 11’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Amedê hate lidarxistin. Kekên Can û parêzerê wî Fûat Coşacak di rûniştinê de amade bûn. Bersûc Hakan Avci tevlî rûniştinê nebû.  

Di rûniştina berê de dozger diyar kiribû ku li gorî rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) polêsê kujer Avci ji sedî sed bi qisûr e û xwestibû Avci bi sûcê jê tê sûcdarkirin bê cezakirin. Dozgerî di vê rûniştinê de jî heman mutalaa dubare kir. 

Ceza veguherandin pereyan 

Têkildarî darizandinê îfadeyên herî dawî yên kekên Can û parêzerê wî hate guhdarî kirin. Kekên Can û parêzer Coşacak diyar kirin ku sûcê bersûc kiriye neguhere û xwestin bi cezayê hefsê were cezakirin. Parêzerê kujer jî xwest ku miwekîlê wî were berdan.  

Piştî parastinan, dadgehê biryara xwe da. Dadgehê bi sedema “Ji ber qisûra xwe bûye sedema mirina Cîhan Can” 3 sal cezayê hefsê da. Lê belê cezayê kujer Avci ji 6 paran yekî daxist û ev ceza veguherand cezayê pereyan. Dadgehê biryar da ku Avci 21 hezar û 200 TL’an bide. 

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.