Alî Yavrû yê ku di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de xwedî kedeke mezin e, li sirgûnê jiyana xwe ji dest da.

Ji berxwedêrên zindanê, Alî Yavrû (Xebat Sîwerek) bi nexweşiya pençeşêrê ketibû û ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest da. Ji salekê û vir ve ji ber tumora di mejiyê xwe de dihat dermankirin.

Alî Yavrû sala 1955'an li navçeya Rihayê Sêweregê ji dayik bûbû, ji sala 1977'an û pê ve di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de cihê xwe girt. Alî Yavrû bavê 6 zarokan bû û ji doza PKK'ê demeke dirêj kete hepsê. Li zindanê gelek caran tevlî çalakiyên greva birçîbûnê bû, piştre neçar ma li sirgûnê bijî. Li bajarê Elmanyayê Ulzenê weke penaber bi cih bûbû. Ji ber karên siyasî yên li Elmanyayê gelek doz lê hatin vekirin.

Cenazeyê Alî Yavrû wê roja înê bişînin Tirkiyeyê û wê li navçeya Mersînê Tarsûsê, li goristana cenazeyê bavê wî lê veşartî, bê veşartin.

HAMBURG