Sazmanî Înqilabî u Kurdistan (166)
hsghazi@gmail.com
Her boyeş komelanî werzêran piştîwanî bûn. Êmeş bo ewey wez'î xoman legel ew têorîye biguncênîn gutman ke le Iran da debê îslahatî zewî bikrê û şerî werzîrî dest pê bika ta ew mebeste bête dî. Be bê ewey ke serinc bideyn waq'îyetekan û helumercî Iran u Çîn le yek ciyawazin. Eger le helumercî ew demî Çîn wird bînewe: le her eyaletêk da serçeteyek be hêzî nîzamî serbexoy xoyewe şerî hukûmetî dekird ew serçetane le ser zewî u hitd şerî yektiryan dekird. Şitêkî wekû mulûkultewayif. Werzêrekan ta duwayîn henase le layen ew xane gewrane u ew xawenmulkaney ke cêy piştîwanî xanekan bûn, deçewsanewe. Duwatirîş kolonyalîstanî cor be cor, xakî Çîn yan le naw xoyan da dabeş kirdbû. Tenanet hêndêk le şare gewrekanîş dabeş kirabû u êwe bo eweyke le xiyabanêkewe biçne xiyabanêkî tir ke yekyan bo wêne le jêr sultey Îngilîsîyekan u ewîdîyan Feranseyiyekan dabû, debû pasporttan hebûbaye. Le helumercêkî awa da, helbet xelik dawxwazî şoriş deken û weduway dekewin. Duwatir helumercî lebartirî dîke peyda bû û eweş le akamî şerî Duwemî Cîhanî da bû. Her be dem ew şerewe Çîn kewte ber destdirêjî nîzamî Japonîyekan, meseley neteweyî bû be meseley serekî û hêze cor be corekanî ew wulate le ser ew meseleye yekyan girt. Hîç kam lew hokarane le Iran da nîye. Çi dega be doxî mulûkultewayifî, belkû dewletêkî behêzî nawendî heye, meseley fêodalîsmîş ke birîtî bû le pinktî serekî cûley ême be îslahatî zewî le naw çuwe, wulatî ême serbexoye u ne kes destdirêjî kirdûwete serî u ne le jêr dagîrkarî bêgane daye. Barudoxî cîhanîş zor gorawe. Le keş u hewa û helumercêkî awa da dûpate kirdnewey ezmûnêkî mêjûyi ke le barudox û helumercêkî be tewawî dîke da qewmawe helbet pêşniyarêkî aqlane nîye. Ême natuwanîn têorîyek helbijêrîn û duwaye bêyn barudoxî legel bîguncênîn, rewtî kar tewaw be pêçewaneye wate debê le pêş da barudox binasîn le waq'îyetekey tê bigeyn û qanunêtîy cûlekey keşf keyn. Duwaye le ser binemay ew tîorîyey ke wedest hatûwe hîwadar bîn ke kirdewekeman rast derçê.
Cûle le komel da
Pirsyar: Ke wa bû be boçûnî êwe cûley komelî ême berew kam arasteye?
Laşayî: Bo têgeyiştin lew meseleye debê hokarî cor be cor mutala bikeyn. Hokare nawxoyiyekan, wate ew hêzaney ke le nawxoy komel da kar deken u şwên le ser cûley naw komel dadenên. Ew hêzane werzêrekanin, xawenmilkanin, xawenkaranin, berhemhîneranî piçûkin, rûnakbîranin... ta duwayî. Belam hêzî dîkeş le naw komel da kar deken ke lewaneye çawyan lê helbibwêrdirê. Ewaneş nerît û dab û şwênî komel û kultûrî taybetî ew komele ye. Mêjûy taybetî wî, mezebî wî, taybetmendîyekanî êtnîkî û neteweyî wî, taybetmendîyekanî awhewayî wî, ew aste diyarîyey ke amraz u kerestey berhemhênan lew komele da perey sendûwe u dekar dekrê u renge rêk bûnîşî. Astî wuşyarî komelayetî le naw heremey xelik da hemû ewane debê yek be yek helwezênîn û le naw ewanda hêzî dinederî serekî bidozînewe. Û berbeste serekîyekanî, yanî ew berbestaney ke debê ber le hemwan lenawî berîn binasîn. Çunke nakrê hemû şit be carêk bigordirê debê lewî here wacib ra dest pê bikeyn u ca ew kareş siyasetêkî diyarî heye u yekdabedû helnasûrê çunke her kam lew hokarane xoy be layenekanî dîkey komelewe bestrawetewe. Helbet helumercî dereweyîş debê le berçaw bigrîn ke helumercî cîhanî çîye? Kameyek le hêzekan karyan be deste? Kam le hêzekan ziyad deken u kameneyan le kurtî deden? Metrisî şerî cîhanî çendeye? Egerî helaysanî şerî nawçeyî çîye? Ême çiman heye ke xelkî dî niyane? Hêndêkan xoyan le çî ême xoş kirdûwe ke hemane?
Peyamî yekêk le rêberanî konfêdrasyon bo endamekanî
Be çi şêweyek detuwanîn rûberûy ewane bibîn? Çon detuwanîn ew hêzaney ke deyanewê ême lawaz ken birewênînewe? Peresendinî cereyanekan be çi arasteyek daye ême debê çi bikeyn bo ewey hokare nerênîyekanî ew peresendine – bo ême - le naw berîn u le hokare erênîyekanî kelik werbigrîn. Be ravekirdinî wirdî ew meselaneye ke detuwanîn wulamêkî durust bidozînewe u ewe wulame be pirsyarî serekî ke "emin debê çi bikem?" yanî ew emney rûnakbîr ke ewende xwêndewarîm heye u ewende tuwana û meylim heye ke ew tuwanaye le xizmet berewpêşbirdinî hawnîştimananim bext kem – çunke eger ew wîste nebê, gişt ew pirsyar û wulamane bê kelkin. Ewey ke wedûy berjewendîyekanî xoy dekewê karî bew karane nîye – çi kerden? Wate le halî hazir da debê çi bikeyn? Ew cext kirdnewe le ser halî hazir girînge. Çunke hêndêkan le 'alemî xeyal da xoyan le sed salî duwatir da hest pê deken u ew demî deyanewê heman ew kare biken ke pêyan waye sed sal duwatir debê bikrê. Ewe romantîsm û xeyal hondneweye û hîç firî be waq'îyetekanewe nîye. Ke wabû qise le ser eweye ke xeyal nehonînewe û xoman be sed sal lemew pêştir u sed sal lemew duwatir danenêyn – le xo we wadananêkî ewto rast dernakewê – belkû waq'îyetekanî komel u pêdawîstîyekanî êstay bibînîn. Her wek le pêşekî qisekanim da gutûme be şêwey giştî rêbazî cûley ême paş karubarî lemer îslahatî zewî ke şertî pêwîste meseley wekû pişt bestinî abûrî ême be sen'etî bûn û deber kar nanî serçawey nwê u cor be corî wulat, be şêweyekî ewto ke herçî ziyatir pişt be xoman bibestîn û tenanet bituwanîn yarmetî xelkî dîkeş bikeyn, meseley wek perepêdanî kultûrî komelayetî, berew jûr birdinî êrûyî giştî u hitd ke le gişt da berewjûr birdinî astî wişyarî komelanî ladêyekan weber degrê u ewe xoy yek le binaxekanî siyasetî serbexoy neteweyî êmeye u hemû rehendekanî naw wulatî u nawneteweyî heye ke eger baş lew meseleye tê negeyn le meselekanî dîkeş tê nageyn lêdwanî dûrûdirêj le ser ew meselane eger bimanewê ravekanî serewe encam bideyn lêre da zor debê u baştire ewe bo derfetêkî dîke bihêlînewe.
Dirêjey heye…
parvê bike
Nivîsên Hesen QAZÎ
Zemîney pêkhatinî Komîtey Şorişgêr
13 gulanê
Nasandinî Komîtey Şorişgêr
15 nîsanê
Tûdê organî têorî sazmanî înqîlabî
1 nîsanê