Wutuwêjî Kuruş Laşayî - Beşî dûwem

Hesen QAZÎ nivîsand —

Şemî 28 Çile 2023 - 01:03

Sazmanî Înqilabî u Kurdistan (159)


hsghazi@gmail.com

 

Heldman le kwêye?

Le yekêk le wutuwêjekanî karbedestî emnîyetî Iran da legel amaje be çalakî konfêdrasyon deqî namey Kuruş Laşayî bo Dr. Heldman, parêzerî fêdrasyon le berdest rojnamekan nira, ke kewte ber dîdî bîruray giştî. Êsta bê cê nîye bigutrê ke Dr.Heldman le kwêye ta bê û le nizîkewe qisekanî Laşayî lêk datewe û lemer durustî û nadurustî ewan ray xoy derbibrê.

Lew bezm û heraye da bû ke le kotayiyekanî salanî 30 [1950-î zayînî) coşêkî taze komelî Iranî degirt û le tek em şepole da peykerey piçûkî rûnakbîran û xwêndkaranî Iranîş ke le Urûpa bûn, we cûle kewit. Le seretawe kobûnewe û rêkxirawî xwêndkarî bû. Rîsaletî rûnakbîr le gorê dabû. Min legel ew rewte werê kewtim û çend hengawêkîş wepêş kewtmewe.

Geyiştbûme ew akame ke bê şoriş, Iran şiyawî goran nîye. Debê hemû şit le reg û rîşewe derbênîn û bîgorrîn. Her boye rûm le hîzbî Tûde kird û pêm wa bû le rêkxistinêkî wek hîzbî Tûde da detuwanîn karekan berew pêş berîn. Belam ew xewne zû wek bilqî ser aw pûçawe. Hîzbî Tûde ewe nebû ke min pêm wa bû. Destgay hîzb birîtî bû le miştêk mûçexor ke wekû xiraptirîn borokrat û karyêrîstan le ser 'mezayay' zor wekû mangêk çûne pişû dan le kenarî Deryay Reş, dek û dolabyan bo yektirî saz dekird û yektiryan palepesto deda. Belam le lay ême ser û sîmay zor metîn û pif kiraweyan denuwand ke biron û filan kar û fîsar kar biken û qet gwêyan ra nededaşt bo bîstinî hîç qiseyekî mentîqî û bê guman eweş le ber ewey îlhamatyan le 'alemî serewe' ra bo dehat.

 

Miştêk noker

Ewan xoyan miştêk noker bûn û jimareyek nokeryan dewîst. Têgeyiştinî ewe katêk be tewawî bû be şitêkî asan ke ewan le pir, belê kutupir destyan kird be pelamardanî Stalîn ke heta dwênê medhyan dekird. Eweş le ber ewey “alemî serewe" fermanî da bû. Ewan lew bareyewe tenanet rawêjêkî teq û reqîşyan legel hîzb nekird. Karî kêşe û dimeqirey îdêolojîk le dinyay komonîstî da heta dehat ziyatir debû û min û jimareyek le dostekanim her le ser binemay nasînî komîtey nawendî be dijyan helwêstman girt. Axay Nîkxa yekem kes bû ke le ser ew binemaye legel jimareyek le dostekanî le komîtey nawendî helbira û ew rêgayey be êmeş nîşan da. Ême pêwendî xoman legel komîtey nawendî piçrand û rêkxistinêkî tazeman be nawî 'Sazmanî Inqîlabî Hîzbî Tûdey Iran le Derewey Wulat' damezrand ke duruşme serekîyekeman birîtî bû le sazkirdinî hîzb le nawxoy Iran û encamdanî şorişî çekdarane. Zor le cewanan hebûn ke hogirî goranî barudoxî nîştmanyan bûn û jimareyekî zorîş be roşin bînî hîzbî Tûdeyan pê îmamzadeyekî be percû bû. Her boyeş bû ke le seretawe serkewtinî ême yekcar zor bû. Gişt le endamanî hîzbî Tûde ke le rojawa bûn û le tewrî sizay cor be cor de eman dabûn, legel ême kewtin û tenanet le rojhelatîşewe be nihênî peyamyan bo nardîn be cext kirdin le ser ewey 'ba be nihênî bimênêtewe dena serman dadenêyn'.

Bew pêye bû ke ême bûyne sazmanêkî gewre û be pêwaney dewruberî xoy behêz. Belam le rastîda payey karî ême zor rara û nadilnya bû çunke le layekewe ew boçûnaney ke le çendîn sal pêştirewe le Iranewe legel xoman birdibû û le layekî dîkeşewe le ser binemay ew têorîyaney ke î xelkî dîke bûn û be pêy lêkolînewey komelî xoman wedest nehatbû belam wexoman kirdbûn û be ruwalet hêndêk serkewtinîşman be dest hênabû, û berew pêş xarman deda û le akam da çawî dîtnî zewî û waq'îyete zewînîyekanman nebû. 

 

Rêkxistinî şorişgêraney nihênî

Îdî rêkixrawî ême bibû be sazmanêkî nihênî şorişgêr û emin yekêk le rêberanî bûm, rêgay geranewem be dî ne dekird. Espî xirûr û bê xeyalî minî berew pêşewe taw deda. Îtir emin bibûm be şorişgêrrêkî pîşeyî ke le pênaw şoriş da destim le karî pizişkî, binemale û tenanet mindalekanîşim helgirtbû. Aya kesêkî awa detuwanê hele bika? Na. Min tenanet lew wez'e da nemdetuwanî tesewir bikem ke lewaneye hele bikem. Katêk ke Nîkxa boçûne nwêyekanî xoy pêşkêş kird, emin le ciyat mentîq be hest û kulewe rûberûy bûmewe û boçûnêkî awa akamî le hewelewe diyare, ewe heman boçûn bû ke le ast alugorekanî nawxoy wulatîş heman bû, hîç nekrawe, hemû şit diroye, çunke ew kare be bê zebruzeng nakrê. Helbet be manayekî taybetî debê bigutrê ke ewe duruste belam ewe bibir bibir legel xwênrêjî yeksan nîye belkû debê be manay hêz dekar kirdnîş tê bixwêndirêtewe. Em kare le Iran be tuwanayiyewe kirawe u renge hemû dijwarîyekeş lewe da bê ke însan  pêy lê binê ke ew tuwanayîye rast ew hêze dekarî kirdûwe le pênaw şorişêkî komelayetî da ke însan ewî be berhelsitî ser rêgay pêşweçûn heldesengand. Lêre da reg û rîşe qûlekanî corêk xoperisitî ye ke nahêlê însan mil bo rastî awa rakêşê belam duwa car rastîyekanîş, dîsan be zor xoyan be ser xeyalat da zal deken le şanoy komel da. Hîç şitêk be tuwanatir, behêztir û bê bezetir le rastîyekan nîye. Kesî romantîk lew meydane da hemîşe dorawin. Demewê ewe bilêm ke tenanet bekarhênanî zebruzeng lew lawe, ewey ke hêndêkan bo wêne şerî çirîkî wîstyan bîken le beranber tuwanayî rastyekanda naçar be teslîme. Lêreş da xeyalat be dest rastîyekan şikawe.

Dirêjey heye...

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.