Wilayeta Nienburg-Weselê agahiyên li ser vîrûsa koronayê û vaksîna xweparastina ji şewba ji ber vîrusê bi heşt zimanan belav dike û yek ji wan jî Kurdî ye. Li ser kanala xwe ya youtubeyê jî wilayetê bi van zimanan vîdeoyên agahdarkirina li ser vaksîna (derziya) koronayê jî bi Kurdî hatiye belav kirin. Wiha diyar e ku wilayetê biryar daye kanala xwe ya youtubeyê pirrzimanî bike. Heta niha li ser tenduristî û mijarên penaberiyê vîdeoyên bi zimanên cihê di kanala wilayetê ya youtubeyê de hatine bicihkirin. Ji bilî Kurdî, vîdeo bi Farsî, Erebî, Rûsî, Romenî, Tirkî, Lehî û helbet bi Elmanî hene. Wergêrên dilxwaz vî karî xwebexş dikin.

HANNOVER