Wicdanê min qebûl nekir

Duşem 26 Sibat 2024 - 00:17

Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên li girtîgehan ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya meseleya Kurd dan destpêkirin di roja 92’an de ye. Nobeda Edaletê ya ku ji aliyê xizmên girtiyan ve hatiye destpêkirin didome. Hejmara kesên beşdarî çalakiya Nobeda Edaletê dibin roj bi roj zêde dibe. 

Yek ji kesên ku li Amedê piştgirî da Nobeda Edaletê jî Remziye Bîlîr e ku ji Îngilistanê hatiye. Bîlîr di sala 2017’an de li Licê di şerê çekdarî de kurê xwe winda kiriye. Bîlîr ku nêzî 6 meh in li Îngilistanê dijî, ji bo piştgiriyê bide Nobeda Edaletê, ji Îngilistanê hat Amedê.

Bîlîrê ku got "Divê her kes li hev bicive û piştgiriyê bide dayikan û li hemberî vê zilmê bêdeng nemîne" wiha got:"Ez di warê wicdanî de ne rihet bûm. Ez ji Îngilistanê hatim Amedê, welatê xwe, ji bo piştgiriyê bidim dayikan. Îro kesek min di girtîgehê de nemaye, lê tişta ku îro tê serê wan dibe ku sibê were serê min an jî kesekî din jî."

 Serokê me berdin 

Bîlîrê diyar kir ku ew dixwazin bi nasname û zimanê xwe bijîn û got:“Divê deriyên zindanan bên vekirin û Serokê me Abdullah Ocalan azad bibe. Em edaletê dixwazin.” 

Bîlîrê li dijî êrişên li dijî gelê kurd banga yekîtiyê kir û got:“Eger em li dijî van hemûyan destên xwe bidin hev em ê bi ser bikevin, lê ger em nebin yek, em ê ji hev bikevin. Ez ji Îngilistanê ji bo piştgiriya dayikan hatim vir û banga min li hemû gelan e; Divê her kes bibe yek û li hemberî vê zilmê bêdeng nemîne û piştgiriyê bide dayikan. Em Kurd em ê bi ser bikevin.”

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.