- Heyeta xwepêşandêrên Kurd ji OPCW´ê re got: Em ji we dixwazin ku hûn bi berpirsiyariya xwe rabin û elaqedarî nûçeyên li ser bikaranîna sîlehên kîmyewî lêkolînên pêwîst bikin. Ji bo zelalkirina vê rewşê zend û bendên xwe vemalin û sûcên dewleta Tirk lê eşkere bikin.
JIYAN ELMA
DEN HAAG
Kurdan û dostên wan doh li ber Dîwana Edaletê ya Laheyê civiyan û ji wir heta bi avahiya Rêxistina Qedexekirina Sîlehên Kîmyewî (OPCW) meşiyan. Kurdan hem dewleta Tirk ji ber ku sîlehên kîmyewî bi kar tîne û hem jî civaka navneteweyî û nexasim OPCW ji ber ku dengê xwe li van sûcên dewleta Tirk nake.
Xwepêşandêran doh dewleta Tirk ji ber bikaranîna sîlehên kîmyewî li Laheyê protesto kir. Xwepêşander ji ber Dîwana Edaletê ya Laheyê heta bi avahiya OPCW´ê meşiyan. Wan ji OPCW´ê jî xwest heyetê çêke û bişîne Kurdistanê da ku lêkolînên pêwîst bike.
Kurdên li Ewrûpa û dostên wan ji bo protestokirina dewleta Tirk ji ber bikaranîna sîlehên kîmyewî doh berê xwe dan Laheyê. Wan çalakiya xwe li ber avahiya Dîwana Edaletê ya Laheyê da destpêkirin. Endamê Konseya Rêveber a KCK´ê Zubeyir Aydar, Hevserokê Kongra Gel Remzi Kartal, Hevserokê KNK´ê Ahmet Karamûs, Hevseroka KCDK-E´yê Fatoş Göksungur jî beşdarî çalakiyê bûn. Bi sedan Kurd û dostên wan jî ji bajarên cihê yên Holanda û welatên cîranê Holandayê tevlî çalakiyê bûn. Xwepêşandêran bi kîsên spî û maskeyan bal birin ser bikaranîna sîlehên kîmyewî. wan bi pankart û dovîzan jî bêdengiya civaka navneteweyî jî protesto kir.
Em bêdengiyê qebûl nakin
Li ber Dîwana Edaletê KCDK-E Eşbaşkanı Fatoş Göksungur got, êrişên dewleta Tirk ên bi sîlehên kîmyewî bêyî destûra NATO û Ewrûpayê nabin û wiha dewam kir: "Îro roj, hevrêyên me bi gazên kîmyewî tên fetisandin, tên qetilkirin. Lê mixabin, ev Dîwana Edaletê, OPCW û rêxistinên din ên peywendîdar li hemberî vê neheqiyê û faşîzmê bêdeng in. Em ne vê bêdengiyê qebûl dikin û ne jî em ê beramberî wê bêdeng bimînin." Fatoş Goksungur bang li Kurdan kir da ku li dijî van êrişên li dijî mirovahiyê dakevin meydanan.
Hûn dibin hevparên sûc
Hevserokê KNK´ê Ahmet Karamûs jî got, "Em bêdengiya saziyên Ewrûpayî ji qirkirina li Helebce nas dikin. Ji 23´yê Nîsanê ve dewleta Tirk li Kurdistanê sîlehên kîmyewî bi kar tîne û tevî vê jî ti saziyek dengê xwe nake. Ew bi vê bêdengiyê dibin hevparê vî sûcî. Ev bang li wan dikin: Saziyên ku îro dengê xwe nakin beramberî vê qirkirina sîstematîk a artêşa Tirk a faşîst, ew hevparên vî sûcî ne. Ne sibe û nejî paşê, dewlet hemû divê îro dengê xwe li dijî vê van kirinên li dijî mirovahiyê derxin."
Kurd tên qetilkirin
Paşê xwepêşandêr heta bi avahiya OPCW´ê meşiyan. Kurdan pankartên li ser wan nivîsandî "Zarokên Kurdan bi gazên kîmyewî tên qetilkirin, OPCW dengê xwe nake", "Bi sîlehên kîmyewî yên dewletan dan dewleta Tirk Kurd tên qetilkirin, ma hûn pê nizanin?" hilgirtin.
Piştî meşê, heyetek bi rayedarên OPCW´ê re peyivî û li ser daxwazên xwe dosyayek jî da wan. Heyetê hem bi xwe û hem jî bi dosyaya xwe ji OPCW’ê re got, "Dewleta Tirk salên 2010, 2013 û 2019’ê jî sîlehên kîmyewî bi kar anîn û rêxistinên navneteweyî bêdeng man. Ji bo ku pêşiyê li dewletan bigirin ku êrişî sivîlan û hindikahiyan bikin, peyman hatin çêkirin û saziyên weke we hatin damezirandin. Lê em dibînin ku hûn berpirsiyariya xwe bi cih naînin. Em ji we dixwazin ku hûn bi berpirsiyariya xwe rabin û elaqedarî nûçeyên li ser bikaranîna sîlehên kîmyewî lêkolînên pêwîst bikin. Ji bo zelalkirina vê rewşê zend û bendên xwe vemalin û sûcên dewleta Tirk lê eşkere bikin."
Piştî vê jî komeke ji xwepêşandêran rê li çûnûhatinê girt û polêsan dest werda wan.