Parlamenterê Êzîdî yê li Parlamena Iraqê Nayif Xelef Sîdo ji Mihemed Şiya Sûdanî yê ji bo avakirina hikûmeta nû ya Iraqê hatiye erkdarkirin, xwest ku wezaretekê bide Êzîdiyan.
Parlamenterê Êzîdî yê li Parlamena Iraqê, Nayif Xelef Sîdo got, “Pêkhateya Êzîdiyan di hikûmetên li pey hev ên Iraqê de bêpar hatiye hiştin. Vê jî bandora xerab li ser derûniya pêkhateya Êzîdî çêkiriye; lewma ev pêkhate berê ketiye ber komkujî û fermana.
Hêvîdar im di hikûmeta bê de, Wezareta Koç û Koçberan bidin pêkhateya Êzîdiyan. Rêz li pêkhateyan bigirin û li navendên biryardayînê de cih bidin wan. Ji ber ku di kabîneyên berê de, ti giringî nedane pêkhateya Êzîdî û pêkhateyên din. Hîna hêviyek ji bo Mihemed Şiya Sûdanî yê ji bo avakirina hikûmetê hatî erdkarin heye, ji bo guftûgoyê li gel nûnerên Êzûdiyan rûne.”
ROJNEWS/BEXDA