Wext nema xwe qeyd bikin!

Nûçeyên Çand/Huner

În 12 Gulan 2023 - 02:45

Navenda Çandê ya Med a Baselê ku di bin sîwana Tevgera Çand û Huner a Kurd a Swîsreyê de kar dike, ji bo Atolyeya Şanoyê dest bi qeydkirinê kir.

Derhênerê sînema û şanoyê Giyasettîn Şehîr wê li Atolyeya Şanoyê dersan bide. Qeydên ku 25'ê Nîsanê dest pê kirin, wê heta 15'ê Gulanê dewam bikin.

Atolyeya Şanoyê piştî qeyd bi dawî bûn, wê destpêka meha Hezîranê dest bi kar bike.

Giyasettîn Şehîr bang kir da ku xwedî li çand û huner bê derketin û bi bîr xist ku xweranegirtina dewleta Tirk a li çand, hunerê Kurdî zêde bûye.

Giyasettîn Şehîr got, "Destpêkê em ê li bajarê Baselê Hezîranê dest bi karê perwerdeya şanoyê bikin. Em ê vê li tevahiya Swîsreyê belav bikin. Em dixwazin karên xwe yên şanoya Kurdî li tevahiya Ewrûpayê bi projeyan dewam bikin."

Di Atolyeyê de destpêkê şagirtên di ser 16 salî re wê bên perwerdekirin. Li gorî agahiyan ji niha ve bi dehan kesan qeyda xwe çêkiriye.

Ji bo qeyd û miracaetê, hejmara telefonê jî ev e: 0041 77 981 55 61

ANF/BASEL

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.